DYE'yê piştî êrîşa li Hewlêrê li Tûgayên Hîzbûllahê xist

DYE'yê ragihand ku piştî êrîşeke nû ya li ser personelên Emerîkî yên li Hewlêrê, êrîş birine ser sê navendan ku ji aliyê Tûgayên Hîzbûllahê û hêzên din ên bi piştgiriya Îranê ve dihatin bikaranîn.

Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Adrîenne Watson ragihand ku li Hewlêrê di êrîşê de 3 personelên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) birîndar bûne ku rewşa yekî giran e.

Êrîş bi amûreke hewayî ya bêmirov a bombebarkirî hatekirin. Koma bi navê Berxwedana Îslamî ya Iraqê berpirsyariya êrîşê li xwe girt ku ser bi Heşdî Şabî ve ye û ji komên cuda yên çekdar pêk tê.

Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Hamas û Îsraîlê û vir ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî leşkerên Emerîkî gelek êrîş hatin kirin.

Li gorî Washîngtonê ji 17'ê Cotmehê û pê ve 103 êrîş hatin kirin ku berpirsyariya piraniya wan Berxwedan Îslamî ya Iraqê li xwe girtiye.

Wezîrê Parastinê Lloyd Aûstîn got, "Artêşa DYE'yê bi rengekî pêwîst û hevhêzî êrîş bir se sê navendên li Iraqê ku ji aliyê Kataeb Hîzbûllah û komên din ên pê ve girêdayî ve dihatin bikaranîn."

Berdevk Adrîenne Watson jî got, "Eger êrîş dewam bikin wê DYE di demeke ku bi xwe diyar kiriye bi rengekî bikeve nava liv û tevgerê."