Pekîn ji sala 1951’an û vir ve Kanûna herî sar derbas dike

Pekîn a paytexta Çînê ji Kanûna 1951’an û vir ve sartirîn heyva xwe ya Kanûnê derbas dike û pileya germahiyê di bin sifirê de ye.

Serma zêde tesîr li gelek deverên Çînê kir. Serma dibe sedema tofanên li pey hev û germahiya hewayî daket nizimtirîn pileyê.

Li hin deverên bakurrojhilatê Çînê germahî daket di bin sifirê 40 pileyê.

Venêrgeha Meteorolojiyê ya Pekînê diyar kir ku ji 11’ê Kanûnê heya niha ji 300 saetan zêdetir bûyerên qerisînê pêk hatine.

Li gorî rojnameya dewletê Beîjîng Daîly li bajarê Pekînê  di vê demê de germahî 9 rojan di bin sifirê 10 pileyê de bûye.

Li gorî buroya meteorolojiyê ya parêzgeha navîn jî  tê payîn ku li hin herêmên parêzgeha Henanê a başûrrojavayê Pekînê  germahî dawiya hefteyê dakevin di bin sifirê 15 pileyê.

Tê payîn ku hewayê germ ji aliyê bakur ber bi aliyê başûr ve biherike û piştî vê hefteyê asta germahiyê hinekî zêde bibe.

Buroya Meteorolojiyê ya Çînê daxuyaniyek da û diyar kir ku roja Yekşemê piştî saet 14.00’an  li gelek herêmên rojhilatê Çînê germahî hinekî zêde bûye û li hin deveran jî 10 pile zêdebûn çêbûye.