Îranê sûcdariya DYE’yê ya ‘êrîşa li ser keştiyê’ red kir

DYE’yê têkildarî êrîşa dronê ya li dijî tankereke kîmyewî ya li peravên Hindistanê, Îran sûcdar kiribû. Tehranê ev sûcdarî red kir.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku “droneke êrîşê ya ku ji Îranê hatiye berdan” li keştiyê xist û diyar kir ku du tankerên petrolê yên li Behra Sor û destroyereke DYE’yê jî bi dronên ku ji aliyê serhildêrên Hûsî yên li Yemenê ve hatine berdan, hat hedefgirtin.

Wezareta Parastinê ya DYE’yê diyar kir ku keştiya bi navê MV Chem Plûto ku di bin ala Lîberyayê de diçû, ayîdê şîrketeke Japon e û ji aliyê şîrketeke Hollandayî ve dihat bikaranîn.

Ev êrîş girêdayî şerê Îsraîl û Hamasê, qewimîn.

Serhildêrên Hûsî yên Yemenî li Behra Sor di hefteyên dawî de gelek êrîşên bi dron û fuzeyan pêk anîn.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Îranê Nasir Kenanî di civîna çapemeniyê ya heftane de, wiha got: “Em van îdîayên ku armanc dike ku piştevaniya sûcên hikûmeta DYE’yê ya li Xezeyê veşêre, red dikin.”

Li gorî Pentagonê Hûsiyên ku paytext Sana jî di nav de beşeke mezin a xaka Yemenê kontrol dikin, zêdeyî 100 êrîşên bi balafirên bê mirov û fuzeyan pêk anîn û 10 keştiyên bazirganiyê hedef girtin.