Li Yemenê agirbesteke nû: Welatên kendavê pîroz kir

Welatên Ereb ên Kendavê soza aliyên li Yemenê şer dikin a ji bo bicihanîna agirbesteke nû û karkirina li ser aştiyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Nûnerê Taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî Hans Grûndberg roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku aliyên li Yemenê şer dikin, ji bo dewamkirina agirbestê li hev kirine.

Hans Grûndberg got, "Niha di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ji bo avakirina nexşerêyeke bicihanîna van sozan ez ê bi aliyan re danûstandinan bikim."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinûve destpêkirina firotina petrolê, dayina mûçeyên karmendan, vekirina rêyan li herêmên cuda yên Yemenê, sivikkirina astengiyên li ser balafirgeha Sana û bendergeha Hûdeydeyê ji sozên hatine dayine.

Yemen ku welatê herî xizan ê Nîvgirava Ereb e, piştî ku raperînerên Hûsî yên bi piştgiriya Îranê di sala 2014'an de kontrola Sanayê bi dest xistin, di nava şer de ye. Piştî bi salekê jî Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî tevlî vî şerî bû û krîz hîn bêhtir giran bû.

Agirbesta ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî pêk hat, di Nîsana 2022'an de tundî di asteke girîng de kêm kir. Agirbest di Cotmeha derbasbûyî de bi dawî bû, lê belê şer di asteke mezin de jinûve destpê nekir.

Erebistana Siûdî daxuyaniya li ser 'nexşerêyeke ji bo pêşvebirina li ser rêya aştiyê' ya têkildarî agirbesta nû bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Sûltaniya Ûmmanê jî daxuyanî bi kêfxweşî pêşwazî kir û hêvî kir ku peyman di dema herî kurt de bê îmzekirin.

Qatarê ji ber hewldanên aştiyê spasiya Neteweyên Yekbûyî, Erebistana Siûdî û Ûmmanê kir û bang li aliyê Yemenî kir ku peymanekê bi lez pêk bînin.