Li Efrînê kesek din hat revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Reco ya Efrînê gundiyek 52 salî revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Reco ya Efrînê gundiyek 52 salî revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Badîna welatiyê bi navê Elî Ebdo Şêxo (52) hat revadin. Der barê aqûbeta Ebdo Şêxo de agahî nehat girtin.
Li gorî Navenda Belgekirina Tawanan, ji destpêka meha Nîsanê û vir ve herî kêm 28 kes hatine revandin.