Li Kongoyê lehî rabû: Herî kêm 22 kes mirin
Li beşên navîn ên Komara Kongoyê ya Demokratîk di encama baranên tund de lehî rabû. Herî kêm 22 kes mirin.
Li beşên navîn ên Komara Kongoyê ya Demokratîk di encama baranên tund de lehî rabû. Herî kêm 22 kes mirin.
Li Kanangayê ku bajarê navendî yê Kasaî-Central e, ji ber baranên tund herî kêm 22 kes mirin û zirara madî çêbû.
Li gorî navenda çapemeniyê ya walîtiya Kasaî-Central, di tevahiya şevê û rojê de ji ber barana tund hezîna erdê çêbû û zêdeyî 15 malan zirar dîtin.
Roja Yekşemê li eyaleta Başûr-Kîvû ya li rojhilatê welêt, nêzî 20 kes ber avê de çûn û cenazeyê 4 kesan hate dîtin.