Li Srî Lankayê Efûya Noelê: Hezar girtî hatin berdan

Li Srî Lankayê ji hezarî zêdetir girtî ji ber noelê û efûya serokkomariyê hatin berdan.

Rayedarê Srî Lankayî Gamînî Dîssanayakeyî ragihand ku di nav 1004 girtiyên ku roja Duşemê hatin tehliyekirin de welatiyên ku ji ber cezayê pereyî jî di bin çavan de bûn, hene.

Srî Lankaya ku piraniya wê Bûdîst in, di Roja Vesakê de efûyeke giştî hatibû îlankirin ku di meha Gulanê de wê rojê weke jidayikbûn, ronahîbûn û mirina Bûdayî pîroz dikin.

Hefteyekê beriya Noelê, polîsên Srî Lankayê operasyoneke mezin a li dijî tiryakê pêk anîbû ku aktîvîstên mafên mirovan ji ber nebûna destûra qanûnî û lêpirsînê rexne û nerazîbûnên xwe anîbûn ziman.

Polîsên Srî Lankayê roja Yekşemê daxuyaniyek da û ragihand ku nêzîkî 13 hezar 700 gumanbarên tiryakê û 1100 bengiyên tiryakê ku wê di navendên artêşê de cih bigirin, hatine binçavkirin.

Li gorî rayedaran, operasyon wê  27’ê Kanûnê ji nû ve destpê bikin. Tê zanîn ku girtîgehên dewletê zêde tije ne.
 
Li gorî hejmarên fermî, ji roja Înî ya bihurî heya niha li girtîgehên ku kapasîteya wan  ji bo 11 hezar kesî hatine amadekirin, nêzîkî 30 hezar girtî lê dimînin.