KBDH'ê di 1'ê Gulanê de li dijî sîstema kapîtalîst banga serhildanê kir

Konseya Giştî ya KBDH'ê di 1'ê Gulanê de li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr banga serhildanê kir.

Konseya Giştî ya KBDH'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek weşand û şehîdên 1'ê Gulanê bi rêzdarî bibîr anî û soza 'di têkoşîna azadiya jinê de bîranînên wan bidin domandin' da.

Di daxuyaniya KBDH’ê de hat destnîşankirin ku sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr bi krîzên ku dijî re îstîsmara keda gel û jinan kûrtir dike û wiha hat gotin, “Li hember vê rewşê hêrsa jin û girseya gel amadeye ku mîna volkaneke biteqe. Bi kurtasî lêgerîn û daxwaza cîhaneke nû her ku diçe xurtir dibe. Jin wekî her demê encamên herî giran ên krîza aborî û siyasî ya li erdnîgariya me û her wiha li tevahiya cîhanê dijîn. Îstîsmarkirina keda jinan a ku erzan û bênirx tê dîtin, bi krîza aborî re roj bi roj girantir dibe. Lê îro jî mîna duh têkoşîna me ya li dijî sermaye û desthilatdariya mêr bi hemû dijwariya xwe didome. Em li dijî polîtîkayên êrîşê yên sîstematîk ên desthilatdariya faşîst ku dijminatiyê li jin û kedê dike û rol dide jinan, serî hildidin.

Çawa ku me bi hev re di 8'ê Adarê de tevî hemû qedexeyan barîqat hilweşandin, bi zanabûna hêza me ji têkoşîn û rêxistinbûna me ya hevpar tê di 1'ê Gulanê de em bi serhildana xwe hilweşînin! Di 1'ê Gulanê de ku sembola têkoşîna li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr e, divê em hemû qadan bi taybetî jî Taksîmê veguherînin çeperên berxwedanê û li dijî îstîsmara ked û laş, kuştina jinan, cihêkariya zayendî, xizanî, şerê emperyalîst û dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.

Em hemû şehîdên 1'ê Gulanê, bi taybetî jî şervanên jin ên ku bi têkoşîna xwe ya bi berdêla canê xwe afirandin û heta roja îro anîn, bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan di şerê azadiya jinê de bidin domandin."