Di şerê Xezeyê de nêzî 21 hezar kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê 81 rojan de ya êrîşên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bûye 20 hezar 915 kes.

Şerê ku bi êrîşa berfireh a Hamasê ya li dijî Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de destpê kir, her ku diçe girantir dibe.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê di êrîşa 81 rojan a Îsraîlê de 20 hezar û 915 kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 241 kes mirine.

Wezaretê da xuyakirin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve zêdeyî 54 hezar û 918 kes jî birîndar bûne.

ÎSRAÎL OPERASYONÊN XWE BERFIREH DIKE

Ji aliyê Îsraîlê ve jî, ji 27’ê Cotmehê û vir ve piştî operasyonên bejahî hat destpêkirin, li Xezeyê 158 leşker mirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şeva borî, li başûrê Xezeyê zêdetirî sed nuqte bombebaran kirin. Artêşê ragihand ku ew amadekariya operasyonên bejahî yên mezintir li herêmê dikin.