Li Awûstralyayê şeva Noelê bahoz rabû

Li rojhilatê Awûsralyayê şeva Noelê bahoz rabû, di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, nêzî 120 hezar xanî bê elektrîk man.

Li gorî servîsên lezgîn, li herêma Gold Coast a li rojhilatê welêt ji ber bê darek qelibî û jineke 59 salî ya di bin darê de ma, jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên xwecihî diayr kirin ku herêm bûye herêmeke afetê û li her devera rê dar qelibîne.

Her wiha hate ragihandin ku 120 hezar xaniyên li herêmê bê elektrîk mane.

Li gorî Xizmetên Meteorolojiyê yên Awûstralyayê, li gel ba, baran û zîpikê her wiha roja Sêşemê dibe ku bahozeke din a giran rû bide. Ji bo çemekî bi 40 kîlometreyî dûrî Gold Coastê ye hişyariya lehiyê hate kirin.