BI DÎMEN

Li Şehbayê hilbijartinên ji bo diyarkirina namzetan hat lidarxistin

Gelê Efrîn û Şehbayê ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên şaredariyê îro danê sibê berê xwe dan navendên dengdayînê û dengê xwe bi kar anîn.

Li kantona Efrîn û Şehbayê ji bo diyarkirina namzetên Kongra Star û PYD'ê hilbijartin hat lidarxistin. Li kantona Efrîn û Şehbayê di 27’ê Nêsanê de 5 namzetên jin bi hilbijrtinê hatibûn diyarkirin û îro jî hilbijartinên giştî hatin lidarxistin. Sindoqên dengdayînê li seraserî gund û navçeyan katona Efrîn û Şehbayê hatin belav kirin û dengdayîn saet di 09.00’ê sibê de dest pê kir. Gel ji bo îradeya xwe diyar bike bi awayeke girseyî berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anîn.

Endama Komîteya Şopandina Hilbijatinan Wehîde Xelîl diyar kir ku gel bi coşeke mezin berê xwe dan navendên hilbijartinan û wiha got: “Hilbijartinên navxweyî ê ku namzetan diyar bikin hatine li darxistin. Piştî vê pêvajoyê hilbijartinên hevşeredariyê werin lidarxistin. Gel bi daxwaz û moraleke mezin dengê xwe bi kar anîn. Her kes bi îradeya xwe namzetên xwe diyar dike. Gel wê hevşeredarên ku ekolojiyê diparêze, pirsgirêkan çareser bike û xebatê bimeşînin wê hilbijêrin. Ev jî tê wateya ku gel astek hişyarî û zanebûn derbas kirî û êdî dizanin wê çawa xwedî li dengê xwe derkeve.”

Welatiya ji Efrînê ku li kampa Serdemê li ber xwe dide Welaa Mihemed nêrîna xwe anî ziman û wiha ‘’axivî: “Piştî hilbijartinên jin îro em derbasî hilbijartinên giştî bûn. Em ji hemû kesên ku xwe pêşinyar kirine re jî serkeftinê dixwazin. Ji bo kesê ku bi serbikeve jî hêviya me ew e; ji bo xizmeta vî gelî karê xwe bike. Gelê me gelek astengiyan re derbas bûn û divê ji bo çareseriyê bixebitin.  Weke jin jî ez îro bi moraleke mezin hatim dengê xwe bidim û bang li her kesî dikim ku werin dengê xwe bi kar bînin.”.