Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: Herî kêm 16 kes mirin

Li Nîjeryayê, êrîşeke çekdarî li ser gundekî hate kirin. Herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Êrîş li gundê Mûshû yê eyaleta Plateaûyê hate kirin ku çend sal in rageşiyeke entîkî û olî lê heye.

Li gorî rayedarekî leşkerî, çekdaran roja Yekşemê êrîş birin ser gundekî li herêma navîn a Nîjeryayê. Di êrîşê de herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Rayedarê leşkerî Oya James ji AFP'ê re axivî û got, "Piştî bûyerê serhildanek çêbû, lê belê rewş hate kontrolkirin."

Hate ragihandin ku dema gundî di xew de bûn êrîş hatiye kirin û hin ji gundiyan tevî ku xwe veşartin jî hatin kuştin.

Waliyê eyaletê Caleb Mûtfwang êrîş şermezar kir û weke bûyereke "Hovane, bêrehm û neheq" pênase kir.

Berdevkê walîtiyê Gyang Bere got, "Ji bo astengkirina van êrîşên li ser mirovên bêguneh, hikumet wê tedbîrên proaktîf werbigire."

Li herêmên bakrurojava û navîn ên Nîjeryayê, komên Îslamî û komên weke 'eşqiya' têne pênasekirin ji bo talanê êrîşî gundan dikin.