Azerbeycanê du dîplomatên Fransî dersînor kir

Azerbeycanê bi hinceta ku Fransa piştevaniya Ermenistanê dike, 48 saet wext da du dîplomatên Fransî ku ji Azerbeycanê derkevin. Ji ber vê bûyerê ragêşiya di navbera her du welatan de zêdetir bû.

Bakûyê ragihand ku wan du dîplomatên Fransî bi hinceta kiryarên "ne li gorî statuya wan" dersînor kirine.

Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê daxuyaniyek da û got ku wan Anne Boîllon a Sefîra Fransayê vexwendiye Wezareta Karên Derve.

Azerbeycanê di meha Îlonê de li dijî herêma Artsahê ji nişka ve operasyonek dabû destpêkirin û herêm dagir kiribû. Li herêma ku 120 hezar kes lê dijîn, ji 100 hezarî zêdetir Ermenî di wê pêvajoyê de berê xwe dabûn Ermenistanê.

Bi dehan sal in di navbera her du welatan de şer û nakokî hene. Di encama şerê di navbera her du welatan de bi deh hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Hemleya dawî ya vî şerî dagiriya meha Îlonê bû.

Parîsê piştgiriya xwe ya ji bo Êrîvanê anî ziman û hevkariya leşkerî zêde kir. Vê yekê Tirkiye û Azerbeycan aciz kir ku her du welat hevkarên hev in.