CÎHAN
Nûçeyên Dawî
-
Li Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin
Li herêma Kassarîn a Tûnûsê ciwanekî serjêkirî hate dîtin. Rayedarên Tûnûsê diyar kirin ku ev êrîşeke terorîst e. -
Li Skoçyayê hêviya ji bo serxwebûnê zêde bû
Piştî ku Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derket, li Skoçyayê hêviya serxwebûnê zêde bû. Hikumeta Skoç dixwaze bi referandûma nû ji Brîtanyayê qut bibe û tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe. -
Li Yemenê li dijî Hûsiyan hikûmeta yekîtiyê ya nû
Li Yemenê di navbeyna serxwebûnxwazên li başûr û hêzên hikûmetê de yên bi desteka Siûdî hikûmeteke yekîtiyê ava bû. Tê hêvîkirin ku bi vê yekîtiyê li dijî Hûsiyan enî werin jidandin. -
Li sînorê YE’yê şideta li koçberan
Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlemetoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl pirtûka reş a şidet û nêzîkatiyên xirab ên li ser koçberên li sînorê Yekîtiya Ewropayê nivîsand. -
Li Fransayê çalakiyên bêkaxezan didomin
Li Fransayê çalakiyên ji bo ku 'bêkaxez' bibin xwedî statû didomin, ku hijmara bêkaxezan di navbeyna 300 û 600 hezarî de diguhere. -
Sûriyeyiyên li Libnanê 9 ji 10'ê wan hejar in
Li gorî NY'yê ji 1,5 milyon penaberên Sûriyeyî yên Libnanê 9 ji 10'an pir bi hejarî dijîn. -
Li Efganistanê 15 zarok mirin
Di teqîna mezin a dema merasîmeke olî ya li eyaleta Gaznî ya Efganistanê pêk hat de bi kêmanî 15 zarok mirin. -
Li peravên Yewnanistanê penaberek xeniqî, yek winda bû
Li peravên grava Lesbos a Yewnanistanê, jinek koçber a ji Somaliyê xeniqî û jiyana xwe ji dest da, kesek ji Efganê jî di nava avê de winda bû. -
Li gorî UAEK'ê divê peymana nukleerê jinûve bê nirxandin
Peymana Nukleerê ku sala 2018'an bi vekişîna DYE'yê kete rewşeke nediyar û tê îdîakirin ku Îranê heta niha gelek caran binpê kiriye, jinûve tê nîqaşkirin. -
Dewleta Tirk madeyên hişber dixe nava Ereban
Ajansa Nûçeyan a Siûdiye da zanîn ku dewleta Tirk dema dixwast madeyên hişber derbasî Erebistana Siûdî bike bi operasyonekê pêşî lê hat girtin. -
Amûra sondajê ya Çînê ji Heyvê vegeriya
Amûra sondajê ya Çînê ku destpêka vê mehê ji bo wergirtina nimûneyê şandibû ser Heyvê, bi rengekî serketî vegeriya. -
Talîbanan êrîşî qereqola polîsan kir: 13 kes mirin
Tevgera Talîban a Efganistanê, li bakurê welat êrîşî du qereqolên polîsan kir û herî kêm 13 polîs kuştin. -
Danûstandinên Lîbyayê: NY li benda lihevkirina aboriyê ye
Sefîra Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê hêvî dike, ku di danûstandinan de aliyên Lîbyayê têkildarî reformên aboriyê li ser 'armancên şênber' li hev bikin. -
Pompeo ragihand ku li dijî Enqerê biryara pêkanînan girtine
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ragihand ku ji ber ku dewleta Tirk ji Rûsyayê sîstema parastina esmanî S-400 girtiye, biryara pêkanîna li dijî wê girtine. -
Li Nîjeryayê piştî êrîşan bi sedan zarok winda bûn
Li bakurê Nîjeryayê piştî êrîşa çeteyên çekdar bi sedan zarok winda bûbûn. Leşker li van zarokan digerin. -
Ji meha Tebaxê ve 30 hezar kes li Belarûsê hatine destgîrkirin
Li paytexta Belarûs Mînskê, roja Yekşemê di xwepêşandana şermezarkirinê de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Ji Tebaxê ve derdora 30 hezar kes hatine destgîrkirin. -
Ûkrayna dixwaze Çernobîlê bike 'Mîrateya Cîhanê'
Hikumeta Ûkraynayê dixwaze, bermahiyên Çernobîlê ku xerabtirîn karesata nukleerî ya dîrokê ye, li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê bê bicihkirin. -
Boko Haram dîsa qetlîam kir: 27 kes mirin
Li gundekî herêma Dîffa ya li başûrê rojhilatê Nîjerê Boko Haram herî kêm 27 kes kuşt. -
Peymana Parîsê 5 salî ye: Gotin zehf in, emel nîne
Ji ber sala 5'an a Peymana Parîsê ya ku bi armanca germbûna global hatibû danîn, bi civîneke onlîne lîderan gelek soz dan. Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres jî xwest, ''Rewşa Lezgin ya Avûhewayê'' were ragihandin. -
Senatoya DYE’yê pêkanînên li Tirkiyeyê erê kir
Pêkanînên DYE’yê ya demek dirêj bû ji ber kirîna sîstema parastinê ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê dixwest pêk bîne, piştî Meclîsa Nûneran erê kir û şûnde niha jî Senetoyê erê kir. -
Îranê bertek nîşanî ‘helbesta cihêkarî’ ya Erdogan da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cewad Zarîf, bertek nîşanî “helbesta cihêkarî” ya Erdogan di dema serdana Azerbaycanê de xwedî da û diyar kir ku “dema împeretoriya şervanî û balavkariyê” bidawî bûye. -
DYE wê pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike
Çavkaniyên ji DYE'yê ragihandin ku ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya ji Rûsyayê S-400, wê DYE pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike. -
Li Brîtanyayê xizanî wê bi du qatî zêde bibe
Brîtanya yek ji wan welatan e ku herî zêde ketiye ber bayê şewba Covîd-19. Fikar hene ku krîza aboriyê ya li Brîtanya Mezin wê bike ku herî kêm 2 milyon zarok xizan bibin. -
Sextekariya bi rêya înternet û telefonê
Di operasyoneke mezin a Înterpolê de ya li 35 welatan, heta niha zêdeyî 20 hezar kes hatine destgîrkirin, ku bi rêya înternet û telefonê sextekarî kirine. -
Polîsarîo biryara Trûmp a li ser Sehra Rojava şermezar kir
Eniya Polîsarîo ku li Sehra Rojava ya li bakurê rojava yê Efrîkayê li dijî Fasê ji bo serxwebûnê têdikoşe, biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser naskirina serweriya Fasê ya li Sehra Rojava bi tundî şermezar kir.