Kesek ji balafira ku li Hindistanê ket xwarê rizgar nebû
Balafireke şîrketa Air India ji bo ku biçe Londonê bi hewa ket, lê di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku kesek jî ji qezaya balafirê bi saxî rizgar nebûye.
Balafireke şîrketa Air India ji bo ku biçe Londonê bi hewa ket, lê di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku kesek jî ji qezaya balafirê bi saxî rizgar nebûye.
Li gorî medyaya herêmî, di 12’ê Hezîranê de li HindÎstanê di qezaya balafirê de 242 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî bi saxî rizgar nebûye. Di balafirê de 19 welatiyên Hindistanê, 53 welatiyên Brîtanî, 7 welatiyên Portekîzî û 1 welatiyên Kanadayî hebûn.
Di hûrgiliyên têkildarê qezayê de hat diyar kirin ku balafir piştî ku demeke kûrt bi hewayê ket banga rewşa awarte kir û li derdora balafirgehê ket xwarê. Şahidan, ragihandin ku wan dûyê reş dîtine. Dîmenên qezayê li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Sedema qezayê hîn nayê zanîn, lê Boeing lêpirsînek li ser bûyerê da destpêkirin. Ev qeza ji sala 2010’an vir ve wekî karesata herî xirab a hewayî li Hindistanê hatiye qedkirin kirin.