Hejmara kesên bi zorê koçber bûne bû 122 milyon kesî
Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, her çend kêmbe jî li cîhanê daketiye 122 mîlyon kesî.
Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, her çend kêmbe jî li cîhanê daketiye 122 mîlyon kesî.
Li gorî rapora Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a sala 2025’an, hejmara kesên bi zorê koçber bûne li cîhanê heta dawiya Nîsanê her çend hinek kêm bibe jî bûye 122.1 milyonî. Di rapora salane de hat ragihandin ku tê payîn di dawiya sala 2024'an de hejmara mirovên li gelemperiya cîhanê bi zorê hatine koçberkirin bigihêje rekoreke 123,2 mîlyon kesî.
Li gorî raporê ev kêmbûn ji ber vegera koçberan ku piştî hilweşandina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di Kanûna 2024’an de dest pê kir bû. Nêzîkî 500 hezar Sûriyeyî ji derveyî welêt vegeriyan welatê xwe, di heman demê de 1.2 mîlyon kes ji koçberiya navxweyî vegeriyan. Tê payîn ku heta dawiya sala 2025’an bi tevahî 3.5 mîlyon kesên din vegerin.
Lê belê, pevçûnên berdewam li welatên wekî Sûdan, Myanmar û Ûkraynayê krîza koçberiya bi zorê kûrtir dikin. Sûdan bi 14.3 mîlyon kesan xwedî nifûsa herî mezin a koçberan e.
Li gorî UNHCR’ê, pêkhatina aştî û agirbestên demdirêj, dikare pêşî li meyla koçberiya bi darê zorê bê girtin.