Li Hindistanê balafira ku 242 kes tê de bûn kete xwarê
Li bajarê Ahmedabad ê li rojavayê Hindistanê, balafireke rêwiyan di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku di balafirê de 242 kes hebûn.
Li bajarê Ahmedabad ê li rojavayê Hindistanê, balafireke rêwiyan di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku di balafirê de 242 kes hebûn.
Hate gotin, balafira Air India ji bo biçe Londonê bi hewa ket, lê hingî kete xwarê.
Piştî bûyerê dûyekî reş bi ser derdora balafirgehê ket û di dîmenên televîzyonan de hate dîtin ku agir bi enqazê ketiye.
Air India li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Em detayan piştrast dikin, agahiyên hîn berfireh wê di demeke nêz de bêne parvekirin."
Li gorî çapemeniya herêmî di balafirê de 230 rêwî û 12 xebatkar hebûn.
Li ser sedema qezayê agahî bi dest neketin, rayedaran dest bi lêpirsînê kirin. Li ser hejmara mirovên birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan, hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.