Gelo Îranê beriya êrîşê ûranyûma dewlemendkirî derxist?
Hate îdîakirin ku Îranê beriya êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ûranyûm biriye cihekî cuda.
Hate îdîakirin ku Îranê beriya êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ûranyûm biriye cihekî cuda.
Li gorî ajansa Reutersê, rayedarekî Îranî ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku beriya êrîşa DYE'yê ya li ser tesîsên nukleerê, Îranê ûranyûma dewlemendkirî biriye cihekî din û personelên li tesîsê dixebitin tehliye kiriye.
Rayedarê navborî got, "Stokên ûranyûma dewlemendkirî ji navendên nukleerê hatin birin û li tesîsan ti malzeme neman ku di êrîşekê de radyasyonê belav bike û zerarê bide mirovan."
Li gorî analîstekî şîrketa peykê Maxarê ku ji Washington Postê re axivî, dîmenên peykê nîşan didin ku beriya êrîşa DYE'yê li derdora tesîsa Fordoyê liv û tevgereke awarte hebû. Di 19'ê Hezîranê de 16 qemyon li nêzî rêya ku diçe kompleksa binê erdê park kiribûn, lê piştî rojekê ji holê winda bûbûn.
Ev dîmen teqez nake ku ûranyûm hatiye barkirin, lê belê nîşan dide ku êrîşeke DYE'yê dihate zanîn.
TEHRANÊ HIŞYAR KIR: ÊRÎŞA LI DIJÎ XAMANEY WÊ XETA ME YA SOR BE
Rayedarekî payebilind ê Îranî ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku eger êrîşek li hemberî lîderê olî Alî Xamaney bê kriin wê 'derî hemû li danûstandinan bêne girtin'. Li gorî rayedar, hewldaneke bi vî rengî wê weke binpêkirina xetên sor bê pênasekirin û bersiveke 'bêsînor' wê mafdar bike.
MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ: WÊ POŞMAN BIBIN
Piştî êrîşa Emerîkayê ya li ser tesîsên nukleerê yên Îranê, Muxafizên Şoreşê soza bersivdaneke hişk dan. Li gorî daxuyaniyê, baregehên Emerîkî yên li herêmê nuqteyên lawaz in û ti êrîş wê nikaribe teknolojiya nukleerê ya Îranê tine bike.
DI ÊRÎŞÊN LI SER ÎSRAÎLÊ DE HERÎ KÊM 86 KES BIRÎNDAR BÛN
Di vê navberê de li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê di êrîşên Îranê yên doh bi şev de li Îsraîlê herî kêm 86 kes birîndar bûn.