Şerê Îsraîl-Îranê: Zêdeyî 60 balafiran li Tehranê xistin, Fordo di hedefê de ye

Îran û Îsraîlê êrişên li hemberî hev bi şev dewam kirin. Zêdeyî 60 balafirên Îsraîlê li hedefên leşkerî yên li Tehranê xistin. Li Îsraîlê jî bajarê Be'er Sheva bû hedef, 7 kes birîndar bûn.

Li gorî medya Îsraîlê, zêdeyî 60 balafirên Îsraîlê bi şev li navendên leşkerî yên Îranê yên li Tehranê xistin.

NAVENDA LÊKOLÎNKIRINA NUKLEERÎ HATE BOMBEKIRIN

Yek ji van navendan jî navenda giştî ya SPND bû ku navenda lêkolîna çekên nukleerî ye ku ji aliyê Mûhsen Fahrîzadeh ve hate avakirin ku Fahrîzadeh sala 2020'î hate kuştin.

Li gorî artêşê, ev navenda lêkolînê ji 'Afirandina çek û teknolojiya pêşketî ya kapasîteya leşkerî ya rejîmê' berpirsyar e.

LI SÊ AMÛRÊN FUZEYÊ HATE XISTIN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li sê amûrên fuzeyan xistin ku li Îranê ji bo avêtina ber bi Îsraîlê hatibû amadekirin. Her wiha ragihand ku bi rengekî hesas li fermandarekî leşkerî yê Îranî xistine ku tevlî bikaranîna van amûrên fuzeyê bûbû.

HERÊMA KU STARGEHA BINÊ ERDÊ YA XAMANEY LÊ YE

Piştî êrîşên Îsraîlê dû bi ser taxa Lavîzan a Tehranê ket. Li gorî Iran Internationalê, li vê herêmê stargeha binê erdê ya lîderê olî Alî Xamaney û malbata wî heye.

BAJARÊ ÎSRAÎLÊ BÛ HEDEF: 7 BIRÎNDAR

Li gorî I24Newsê jî fuzeyek ku sibeha Înê ji aliyê Îranê ve hate avêtin, li bajarê Be'er Sheva ket, di encamê de agir bi çend wesayitan ket û xisar li daîreyekê bû. Nexweşxaneya Sorokayê diyar kir ku 7 kes bi sivikî birîndar bûn û ragihand ku piraniya van kesan dema ber bi stargehan ve direviyan an jî ji ber zexta teqînê birîndar bûn. Xizmetên alîkariya lezgîn ên Magen David Adom jî ragihand ku 30 kes ketin nava tirs û fikaran.

MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ: ME LI PARKA SÎBER XIST

Muxafizên Şoreşê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girt û diyar kir ku li Be'er Shevayê wan li parka sîber xistine û pêwendiya vê parkê bi artêşa Îsraîlê heye. Li gorî medya Îsraîlê, Muxafizên Şoreşê bi taybetî li navenda Microsoftê xist û ev navend weke navenda hevkariya leşkerî ya li qadên hişê çêkirî û îstîxbaratê pênase kir.

NETANYAHU: ZÊDEYÎ NÎVÊ AMÛRÊN KU FUZEYAN DIAVÊJIN HATIN ÎMHAKIRIN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu roja Pêncşemê daxuyaniyek da û ragihand ku 'zêdeyî nîvê' amûrên Îranê yên ku fuzeyan diavêje hatine îmhakirin.

AMADEKARIYA ÊRIŞÊ LI SER NAVENDA BINÊ ERDÊ YA FORDO

Li gorî nûçeyên saziya medyayê ya Iran International ku agahiyan dispêre du rayedarên payebilind ên Îsraîlê, Îsraîl amadekariyê dike ku rojên bê bi beşdariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yan jî bêyî tevlîbûna DYE'yê li santrala nukleerî ya binê erdê ya li Fordo bixe.

Çavkaniyan diyar kirin ku di nava 48 û 72 saetan de tercîh dikin ku bi Washingtonê re çalakiyeke hevpar bikin, lê belê ji bo parastina avantaja leşkerî ya vê hefteyê bi dest xist, dikarin bi tena serê xwe jî tevbigerin.

TRUMP DI HER KÊLIYÊ DE DIKARE ÊRIŞ BIKE

Li gorî medya Îsraîlê jî, çavkaniyekî din ê ewlekariyê diyar kir ku Trump dibe ku di nava du an jî sê rojên din de bikeve nava tevgerê.

Serokê DYE'yê Donald Trump jî diyar kir ku wê di nava du hefteyan de biryarê bide ku DYE tevlî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bibe yan na.