Mahmûd Abbas nameyek ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Prensê Siûdî Mûhammed bîn Selman re şand ku wê hevserokatiyê ji konferanseke bi mijara çareseriya bi du dewletan re bike ku wê di navbera 17-21'ê Hezîranê de li New Yorkê bê lidarxistin.
BILA HAMAS XEZEYÊ BI RÊ VE NEBE
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas beriya konferansa Neteweyên Yekbûyî bi biryarnameyekê re ragihand ku ew piştgiriyê dide projeya dewleta Fîlîstînê ya bi 'çekdanîn' a Hamasê û dûrxistina wê ji rêveberiya Xezeyê.
Mahmûd Abbas di nameyê de diyar kir ku ew amade ye, "Bi erka Konseya Ewlekariyê di çarçoveya mîsyona aramî/parastinê de hêzên Ereb û navneteweyî vexwîne."
ÊRÎŞA 7'Ê COTMEHÊ YA HAMASÊ NE YA QEBÛLKIRINÊ YE
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê got, "Tişta ku Hamasê 7'ê Cotmeha 2023'an bi kuştina sivîlan û dîlgirtinê kir, nayê qebûlkirin û divê bê şermezarkirin" û bang li Hamasê kir ku dîlgirtiyan hemûyan tavilê berde.
Mahmûd Abbas her wiha soza xwe dubare kir ku guhertina Rêveberiya Fîlîstînê dewam bike û anî ziman ku ew dixwazin di bin 'kontrol' a navneteweyî de di nava salekê de hilbijartinên serokkomarî û parlamentê lidar bixin.
FRANSAYÊ BI KÊFXWEŞÎ EV SOZ PÊŞWAZÎ KIR
Fransa konferansa navneteweyî ya ku tê plankirin li Neteweyên Yekbûyî bê kirin, ji bo jinûve geşkirina çareseriyê weke firsendeke girîng dibîne. Lê belê Îsraîl li ber çareseriyeke bi vî rengî radibe.
Macron ku wê 18'ê Hezîranê li New Yorkê be, dibêje ew bi biryar in ku dewleta Fîlîstînê nas bikin, lê belê bêçekkirina Hamasê û tevlînebûna wê li rêveberiya vê dewletê weke şert datîne.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya Qesra Elysee de hate gotin, "Di mijara rêveçûna ber bi çareseriya bi du dewletan de sozên bêhempa û şênber û îradeyeke rasteqîn e." Bi vî rengî sozên hatine dayin bi kêfxweşî pêşwazî kir.