Li Efrîqaya Başûr bahoza berfê: Herî kêm 7 kes mirin, rê hatin girtin
Li rojhilatê Efrîqaya Başûr ji ber bahoza berfê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û rêyên hatin û çûyînê jî hatin girtin.
Li rojhilatê Efrîqaya Başûr ji ber bahoza berfê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û rêyên hatin û çûyînê jî hatin girtin.
Ji ber bahozê bi taybetî li eyaletên Rojhilatê Kap (Eastern Cape) û KwaZulu-Natal rê hatin girtin, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Mthatha 6 kes ji ber lehiyê xeniqîn û cenazeyê yê heftemîn li nêzî Tsolo hate dîtin.
Rêyên sereke yên li derdora Kokstad hatin girtin. Servîsa Meteorolojiyê ya Efrîqaya Başûr ji bo hin beşên herêma Rojhilatê Kap hişyariya berfa di asta herî jor de da.
Li peravên KwaZulu-Natal bayên tund û pêlên mezin, şert û mercên xeter çêdikin.
Rayedaran ji bo herêmên peravê û beşên hundir, di asta zer û pirteqalî de hişyariyên meteorolojik weşand.
Li welatê ku demsala zivistanê lê tê jiyîn, li herêmên çiyayî dem bi dem barîna berfê tê dîtin. Lê belê ev pêla hewaya ev qas dijwar û sar, pir kêm tê dîtin.