DYE'yê bang li welatiyên xwe kir: Bi ti awayî neçin Iraqê
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ji bilî rewşa lezgîn a li mîsyona Iraqê ferman da ku hemû personelên hikumeta DYE'yê ji Iraqê biçin û bang li welatiyên xwe kir ku bi ti awayî neçe Iraqê.
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ji bilî rewşa lezgîn a li mîsyona Iraqê ferman da ku hemû personelên hikumeta DYE'yê ji Iraqê biçin û bang li welatiyên xwe kir ku bi ti awayî neçe Iraqê.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyariya têkildarî çûyîna Îranê nû kir. Li gorî vê hişyariyê kud i demeke welê de hate kirin ku êrîşeke gengaz li ser Îranê di rojevê de ye, hate gotin, "11'ê Hezîranê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ferman da ku ji bilî rewşa lezgîn a li Iraqê hemû personelên DYE'yê ji Iraqê biçin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo çûyîna ji Iraqê ya welatiyê wan hin tedbîr hatine wergirtin û asta hişyariyê weke '4' diyar kir. Ev yek tê wê wateyê ku 'neçin' Iraqê.