CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindistanê ji bo Zîrveya G20 malên nîştecihên taxê tên hilweşandin
Li Hindistanê, hikûmeta federal ji bo malovaniya Zîrveya G20, li taxeke ya paytext New Delhi dest bi operasyoneke mezin a hilweşandinê kir. -
Li Brezîlyayê bahoz rabû: Herî kêm 36 kes mirin
Li eyaleta Sau Paulo ya li başûrê Brezîlyayê ji ber bahoza dijwar bi dehan kes mirin. -
Yewnanistan, wê 35 km yên din ên sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re têl bike
Hikûmeta Yewnan, ji bo koçber bi qaçaxî nekevin nava Yewnanistanê, dixwaze sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re 35 km yên din jî têl bike. -
Çîn, ji bo şerê Ûkraynayê biqede, dixwaza bibe xwedî înîsiyatîf
Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî, diyar kir ku ji bo şerê di nava Ûkraynayê û Rûsyayê de biqedîne, dixwaze bibe xwedî înîsiyatîf û got: ‘’Em ne rûdinin û li şer dinihêrin ne jî agir gur dikin. Çîn, wê li hewila xwe ya ji bo aştî û diyalogê dewam bike.’’ -
Li Efrîqaya Başûr kuştin û destdirêjî zêde dibin
Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê hikûmeta Efrîkaya Başûr ve hatin eşkerekirin, kuştin û destdirêjî careke din zêde bûne. -
Rêxistinên Baskê: Abdullah Ocalan dikare çareseriyê pêk bîne
Konfederasyonên Sendîkayên Baskê CCOO, ELA, UGT, LAB, STEILAS, ESK’ê gotin “Abdullah Ocalan parçeyekî girîng ê çareseriya doza Kurdan e.” -
UNICEF: Li Sûriye û Tirkiyeyê bandor li ser zêdeyî 7 milyon zarokan çêbû
Fona Alîkariya Lezgîn a Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku di erdheja ku navenda wê Mereşê de bandor li ser zêdeyî 7 milyon zarokan çêbûye. -
Li Zelanda Nû ji ber bahozê elektrîk li ser 58 hezar kesî qut bû
Li bakurê Zelanda Nû ji ber bahoza tropîkal elektrîk li ser 58 hezar kesî qut bû. -
Alba Ventura: Erdogan ji rehm û heqîqetê para xwe nestendiye!
Yek ji rojnamevanên radyoya RTL ya Fransayê Alba Ventura di nivîsa xwe ya edîtoriyê de diyar kir ku, tevî bûyera erdhejê domandina xebatên hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve li dijî rêgezên mirovî ne û got ku “Erdogan ji rehm û heqîqetê para xwe nestendiye. -
Qerebaxa Jor: Parîs û Washîngtonê xwest ku dorpêç bê rakirin
DYE û Fransayê xwestin ku dorpêça li ser Korîdora Laçînê ya ku Qerebaxa Jor bi Ermenistanê ve girê dide, demildest bê rakirin. -
Sergey Lavrov û Fûat Huseyîn li hev civiyan
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn li Bexda li hev civiyan. -
Şandeyek ji Tevgera Sadir çûye îngilistanê
Şandeyek ji Tevgera Sadir serdana Îngilistan kiriye. -
Li Îranê efûya bi şertê poşmaniyê
Serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, ji ber cejna neteweyî ku nêz dibe, efû îlan kir. Lê efû bi şertê poşmanbûnê ye. -
Êrîşên polîtîk li Elmanyayê zêde dibin
Hat eşkerekirin ku li gorî sala 2021’ê, sala 2022’yan êrîşên bi motîfên siyasî hatine kirin, pir zêde bûne. Ên ku bi piranî kesan birîndar dikin jî rastgirên zêde rastgir û nijadperest in. -
Li Hîndistanê ji ber zewicandina zarokên keç zêdetirî 2 hezar kes hatin girtin
Li eyaleta Assam ya Hîndistanê li dijî kesên ku zarokên keç bi zorê didin zewicandin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin operasyon hate destpêkirin. Di oprerasyonê de zêdetirî 2 hezar kes hate girtin. -
Pûtin bi Stalîngradê gef li Elmanyayê xwar
Pûtîn di salvegera şerê Stalîngradê de ku artêşên Nazî bedelên giran dan û têk çûn, axivî û got: “Careke din bi tankên Elman gef li me tê xwarin, em ê bi tundî bersivê bidin wan.“ -
Li Iraqê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Yekîneyên Antî Teror ên Iraqê diyar kirin wan li Kerkûk, Çemçemal û Selahadînê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Li Tûnûsê rewşa awarte heta dawiya sala 2023’an hate dirêjkirin
Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku ji sala 2015’an û vir ve didome, bi biryarnameya serokkomariyê heta dawiya sala 2023’an hat dirêjkirin. -
Berxwedana gelê Perûyê bi ser ket
Li Perûyê piştî ku serokkomar Castîllo ji peywirê hate stendin, gelên Perûyê ev du meh in çalakî dikirin. Kongreyê biryar da ku hilbijartinan zûtir bike. -
Deh sal ceza dan destgirtiyên li Tehranê reqisîn
Dadgeha Îranê, deh sal cezayê girtîgehê da du kesên destgirtiyên hev ku li ber avahiyeke sembolîk a Tehranê reqisîn. -
Di êrîşa li Pakistanê de hejmara miriyan derket 100’î
Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li Peşaverê de hejmara miriyan derket 100’î. Piraniya kesên mirin polîs bûn û zêdeyî 225 kes jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê hejmarê miriyan derket 87’an
Di êrîşa xwekujî de ya duh li eyaleta Hyber Pahtunhva ya Pakistanê di dema nimêja nîvroyê de li mizgeftekê hat kirin, hejmara miriyan derket 87’an. -
Li Mizgeftek a Pakistanê teqînek pêk hat: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li mizgeftek a li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat. Hat zanîn ku herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzê 150 kes jî birîndar bûne. -
Li Pakistanê di dema nimêjê de êrîşî mizgeftê hate kirin: Gelek mirî û birîndar hene
Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrîşeke xwekujî pêk hat û li gorî texmînên destpêkê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 90 kes jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê otobus qelibî: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusek di geliyekî de qelibî û 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.