CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pûtîn li Ukraynayê serxwebûna du herêman îlan kir
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn serxwebûna du herêmên li Ukraynayê îlhak kiribû îlan kir. -
Li Kabûlê êrîşa xwekujî: 19 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li navendeke perwerdeyê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 19 kes hatin kuştin. -
Pûtîn wê îlhaqa çar herêman bipejirîne
Piştî referandûma ku Rûsiyayê li herêmên Ukaranyayê yên ku desteser kiriye dengê ‘erê’ hat dayîn, Serokê Dewletê Vladimir Pûtîn wê roja Înê îlhaqê bipejirîne. -
Bexdayê nerazîbûnê nîşanî Îranê da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji ber êrîşên li ser Iraqê li Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Bexdayê geriya û nerazîbûn nîşan da. -
Li Venezûelayê lehî rabû: 10 kes mir, 3 jî winda ne
Li Venezûelayê ji ber barana zêde ya ku ev du hefte ne dewam dike, lehî rabû: herî kêm 10 kes mirin, 3 kes jî winda ne. -
Roket li derdora Parlamentoya Iraqê ketin
Piştî du mehan Parlamentoya Iraqê li hev civiya. Çar roket li derdora avahiya parlamentoyê ketin. -
Elmanya biryara girtina endama DAÎŞ’î ku QSD’ê teslîm kir da
Endama çeteya DAÎŞ’î Nadîne K. ya meha Adarê ya çûyî QSD’ê radestê Elmanyayê kir, ji kirina sûcên li dijî mirovahiyê derket pêşberî şandeya dadgehê. -
Girtiyên jin: Divê em xwedî li berxwedana Îran û Rojhilatê derbikevin
Girtiyên jin ên li Şakranê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû kuştin, banga xwedîderketina berxwedanê kirin û gotin: “Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin.” -
Li Belçîkayê polîsan girtin ser rastgirên tund: Kesek mir
Li herêma Anversê ya Belçîkayê polîsên antî-teror girtin ser rastgirên tund û di serdegirtinê de rastgirekî tund jiyana xwe ji dest da. -
ÎFJ nerazîbûn nîşanî Îranê da: Rojnamevanan berdin !
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bang li Îranê kir ku rojnamevanên ku destgîr kirine, berdin. -
Di referandûma Rûsyayê ya li Ûkranyayê de dengê “erê” bi ser ket
Referandûma ku Rûsyayê li herêmên Zaporijya, Herson, Donetsk ve Luhansk ya Ûkranyayê li dar xist, mîna ku dihat hêvikirin dengê “erê” bi ser ket. -
Gelên xwecihî çareserî di tevlêbûna nav siyasetê de dîtin
Gelên xwecihî yên li Brezîlyayê ku jîngehên wan di bin xetereyê de ne, eleqeya xwe ya ji bo siyasetê zêde kirin. Di hilbijartinên ku wê di 2’yê Cotmehê de li Brezîlyayê bên kirin cara destpêkê ji 45 komên xwecihî bi tevahî 180 berendamê parlementoyê ne. -
Li Hindistanê tundiya kastê bû sedema mirinê
Hate ragihandin ku li Hindistanê mamosteyekî ji ber şaşitiya nivîsê xwendekarekî Dalîtê qetil kiriye. -
Çalakiyên li Îranê didome: Bi dehan kes hatin kuştin bi hezaran kes jî hatin destgîrkirin
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dehan bajaran belav bû. Tê diyarkirin bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine destgîrkirin. -
Serokê Parlementoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir di dorê de çi heye?
Serokê Parlementoya Iraqê Mûhammed Halbûsî ji peywira xwe îstîfa kir. Ji protestoyên 29’ê Tebaxê û vir ve wê rûniştina pêşîn a parlementoyê pêk were. -
Li Pakistanê ji ber barana Mûsonê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Pakistanê ji serê meha Hezîranê û heta niha ji ber barana Mûsonê herî kêm 1638 kesan jiyana xwe ji dest dane û baranê bandor 33,4 milyon kesan kiriye. -
Kanada wê zextê li ‘polîsên exlaq’ ên Îranê bike
Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên Îranê ve hate qetilkirin Kanadaye biryar da ku ‘polîsên exlaq’ ên Îranê jî di nav de li ser dehan sazî û rayedaran zextan bike. -
Dadgeriya Îranê dixwaze xwepêşandêran li 'dadgehên taybet' darizîne
Xwepêşandêrên ku li Îranê di çalakiyan de hatin girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne darizandin. Li gorî dadgeriyê, li hemberî her kesên ku bi rengekî eşkere piştgirî dane 'serhildêran' wê doz bêne vekirin. -
Li Îranê 18 rojnamevan hatin destgîrkirin
Hate ragihandin ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî û şûn ve, 18 rojnamevan ji aliyê rejîmê ve hatin destgîrkirin. -
Li Rûsyayê êrîşî dibistanekê hate kirin, 15 kes mirin 24 kes birîndar bûn -HATE NÛKIRIN
Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê êrîşî dibistanekê hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 15 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn. -
Li Diyaleyê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, leşkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Diyaleyê di operasyoneke artêşa Iraqê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Di êrîşa çeteyan de jî leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn. -
Serhildana li Îranê di roja xwe ya 11’emîn de ye: Bi hezaran kes hatin destgîrkirin
Xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên bi daxwaza demokrasî û azadiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dikin, hêzên dadwerî gef li xwepêşanderan xwarin. -
Li Bangladeşê keştî noq bû: 25 kes mirin
Li Bangladeşê keştiyek noqî binê avê bû, herî kêm 25 kes mirin ku gelek ji wan zarok in. -
Li çemê Bangladeşê keştiyek noqî avê bû
Li çemek ê li Bakurê Bangladeşê keştiyek a heciyên Hindû noqî avê bû, di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzê 25 kes jî winda bûn. -
Jacinda Ardern: Mafê vetoyê yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rakin
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern banga rakirina mafê vetoyê ya endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.