Di navbera DYE û Îranê de vê hefteyê hevdîtinên nû tên kirin
Îran û DYE’yê ragihandin ku ew ê têkildarî bernameya nukleer a Tehranê vê hefteyê li paytexta Umman Maskatê tûreke nû ya hevdîtinên ne rasterast pêk bînin.
Îran û DYE’yê ragihandin ku ew ê têkildarî bernameya nukleer a Tehranê vê hefteyê li paytexta Umman Maskatê tûreke nû ya hevdîtinên ne rasterast pêk bînin.
Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî hevdîtin wê roja yekşemê bên kirin.
Serokê DYE’yê Donald Trump jî diyar kiribû ku hevdîtin wê roja pêncşemê were kirin. Di navbera aliyan de cudahiya dem bal dikêşe, nakokî jî didome.
JI ÎRANÊ PÊŞNIYAREKE NÛ
Îranê ragihand ku pêşniyara DYE’yê ya ji bo peymana nukleer ‘zêde zelel nîne’ û diyar kir ku di nava demek kurt de ew ê pêşniyara xwe ya alternatîf bi xwe pêşkêş bike. Bakeyî anî ziman ku pêşniyara Îranê ‘maqul, bi mantiq û hevseng e’ û bang li DYE’yê kir ku vê firsendê binirxîne.
LI HEVNEKIRINA URANYUMÊ
Astengiya esas a hevdîtinan, xebatên Îranê yên ji bo dewlemenkirina uranyumê ye. DYE dixwaze ev xebat bi temamî bên rawestandin, Îran jî dibêje ku ev yek ji muzakereyan re girtî û ne li gorî Peymana Astengkirina Belavkirina Çekên Nukleer (NPT) e.
Naveroka pêşniyara aliyê DYE’yê zelal nîne; lê belê Serokê Meclîsa Îranê Galibaf got, pêşniyar rakirina pêkanînan nagire nava xwe û “ji samîmiyetê dûr e”.
TRUMP JI NETANYAHU RE GOT: ME PÊŞNIYAREKE MAQUL LI TEHRANÊ KIR
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku şeva duşemê ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re gotiye ku di çarçoveya hevdîtinên têkildarî bernameya nukleer a Îranê de Washington “pêşniyareke maqul” li Tehranê kir.
Di daxuyaniya ji aliyê buroya Netanyahu ve hatî dayîn de, hate gotin, “Serokwezîr îşev bi Trump re hevdîtin kir” û hate diyarkirin ku Trump gotiye “DYE’yê pêşniyareke maqul gihand Îranê û di rojên pêşiya me de li benda bersivekê ne”.
HIŞYARIYÊN BERAMBER
Her wiha vê hefteyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) wê xebatên nukleer ên Îranê lêkolîn bike. Îranê gef xwar ku eger biryareke li dijî wî derbikeve, ew ê hevkariya xwe ya bi ajansê re kêm bikin.
Tê payîn ku welatên Ewropayê û DYE di UAEA’yê de pêşnûmeyeke ne li gorî Îranê pêşkêş bikin. Dibe ku bi vê biryarê re dosyaya Îranê sewqî NY’ê were kirin û pêkanînên nû bikevin rojevê.
Serokê UAEA’yê Rafael Grossi ev hişyarî da: “Heta ku Îran bersiveke zelal nede hemû pirsan, em nikarin bawer bikin ku bername aştiyane ye.”
Peymana nukleer a Îranê ya di sala 2015’an de hatî îmzekirin, di sala 2018’an de piştî ku DYE’yê xwe yekalî jê vekişand di rêjeyeke mezin de têk çûbû. Alî ji wê demê ve hewl didin bigihijin mutabakatek nû. Lê belê pirsgirêka baweriyê û israra di şert û mercên beramberî hev de, pêvajoyê hîn jî asteng dike.