Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Li bajarê Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê DYE'yê ye, Şaredar Karen Bass ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên zêde bûne û bûyerên vandalîzmê, li navenda bajêr bi şev derketina derve qedexe kir.

Qedexeya ku roja Sêşemê saet di 20:00 de kete meriyetê, di çarçoveya 'rewşa lezgîn' de hate ragihandin.

Bass got, "Ji bo dawî li talankirin û xisarê bê anîn, min rewşa lezgîn a herêmî ragihand û li navenda bajêr derketina derve qedexe kir." Lê belê li gel destpêkirina qedexeyê jî bi dehan xwepêşandêr hîn li navenda bajêr bûn.

Polîsên Los Angelesê diyar kirin ku li hemberî komên ku qedexeyê binpê dikin, binçavkirinên 'girseyî' dewam dikin.

Ji roja Înê û vir ve li Los Angelesê di navbera xwepêşandêrên ku serdegirtinap olîsên koçberiya federal (ICE) ya li hemberî koçberên qaçax şermezar dikin û hêzên polîsan de şer diqewime.

Xwepêşandanên şermezarkirinê ku li hemberî polîtîkayên hişk ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li hemberî koçberan destpê kirin, li tevahiya welêt belav bûn. Xwepêşandêr hikumeta federal bi binpêkirina mafên mirovan sûcdar dikin.

Serokê DYE'yê Donald Trump jî biryar da ku 700 leşkerên deryayî (Marines) bişîne Los Angelesê. Ev yekîneyên taybet bi giranî di operasyonên leşkerî yên derveyî welat de têne bikaranîn. Her wiha 4.000 Muxafizên Neteweyî jî li bajêr hatine bicihkirin. Trump her wiha tê rexnekirin ku bi zêdekirina hêza leşkerî li Los Angelesê rewşê hîn aloz dike.