Li gorî daxuyaniyê, êrîş li hemberî girseya gel hate kirin ku ber bi navenda alîkariyê ya saziya bi navê Gaza Humanitarian Foundation (GHF) ve diçû.
Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Bassal daxuyanî da AFP'ê û got, "Bi tank û amûrên hewayî yên bêmirov gule li hezaran sivîlan hate barandin ku dixwestin alîkariya xwarinê werbigirin. herî kêm 31 kes şehîd bûn, 200 birîndar jî rakirin nexweşxaneyan."
Li gorî Bassal bi hezaran Fîlîstînî bi şev li hev kom bûbûn, ji bo karibin xwe bigihînin navenda alîkariyê ya GHF'ê. Serê sibehê saet di 05:30'î de jî bi tankan her wiha bi droneyan êrîşeke giran li sivîlan hate kirin.