CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trump DYE li welatiyên 12 welatan qedexe kir
Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Qesra Spî ve hate weşandin, Donald Trump bi îdîaya 'Parastina welat ji terorîstên biyanî' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li welatiyên 12 welatan qedexe kir. -
DYE'yê bang li NATO’yê kir: Divê em hêza leşkerî ya Rûsyayê li paş bihêlin
Balyozê DYE’yê yê NATO’yê Matthew Whitaker diyar kir ku Rûsya amadekariya şerekî nû dike û anî ziman ku divê NATO ji hêla kapasîteya leşkerî ve Moskovayê derbas bike. -
Spanyayê lihevkirina çekan a li gel şîrketa parastinê ya Îsraîlî betal kir
Spanyayê lihevkirina muhtemel a li gel şîrketa bi navê Rafael a parastinê ya Îsraîlî ya 287,5 milyon euroyî betal kir. -
CSIS: Di şerê Ûkraynayê de hejmara windahiyan gihîştiye 1,4 milyonî
Li gorî rapora Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, ji destpêka şerê li Ûkraynayê heya niha hejmara windahiyên leşkerî (mirî û birîndar) gihîştiye 1,4 milyonî. -
Li gorî Xamaney pêşniyara DYE'yê li dijî berjewendiyên neteweyî ye
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney diyar kir ku mafê DYE'yê nîne ku li ser miajra dewlemendkirina ûranyûmê gotinekê bibêje. -
Koalîsyona hikûmeta Holandayê hilweşiya, Serokwezîr îstifa kir
Piştî Partiya Azadiyê ya rastgir a tundrew ji koalîsyonê vekişiya, hikûmeta Hollandayê hilweşiya û tê payîn ku li welat hilbijartinên pêşwext were lidarxistin. -
NY: Êrîşa li ser sivîlên li navenda alîkariyê sûcê şer e
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, êrîşên li hemberî sivîlên li nêzî navendên alîkariyê yên li Şerîda Xezeyê weke ‘sûcên şer’ pênase kir. -
IHR: Li Îranê di meha Gulanê de herî kêm 152 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) rapora meha Gulanê weşand û ragihand ku lî Îranê herî kêm 152 kes hatine darvekirin. -
Lammy: Sûdan bi xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê re rû bi rû ye
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy di daxuyaniyeke xwe ya forumeke Efrîqayê ya li bajarê Marakeş ê Fasê de got ku krîza li Sûdanê ‘’ xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê’’ ye. -
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê: Fransa dikare li Côte d'Azurê dewletek Filistînî ava bike!
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê bi tundî bertek nîşanî helwesta Fransayê ya li ser Filistînê da û anî ziman ku bila Parîs "beşek ji Côte d'Azur veqetîne" û li wir dewletek Filistînî ava bike. -
Li gel germa zêde jî zêdeyî milyonek kes çûn hecê
Ji bo hecê ku li Erebistana Siûdî vê hefteyê bi rengekî fermî destpê kir, zêdeyî 1.4 milyon Misilman gihîştin Mekkeyê. -
Îran 'garantiya' rakirina pêkanînan ji DYE'yê dixwaze
Tehranê di berdêla pêşniyara peymaneke nû ya têkildarî bernameya nukleerê de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) garantiya şênber xwest. -
Li Nîjeryayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 200 kesî
Li bajarê Mokwa yê Nîjeryayê, ji ber lehiyê herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
'Li cîhanê mafên karkeran tên binpêkirin, Tirkiye jî yek ji 10 welatên destpêkê ye'
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora Endeksa Mafan a Salane ya 2025’an weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê mafên karkeran tê binpêkirin. -
Li Behra Manşê rekor: Di rojekî de 1.194 koçber gihiştin Îngilîstanê
Hejmara koçberên ku ji bo xwe bigihînin Îngilîstanê Behra Manşê derbas kirin, di nava sala 2025’an de gihişt asta rekorê. -
Li Hindistanê karesata musonê: 32 kes mirin
Li bakurêrojhilatê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber baranên muson lehî û hezazên qewimîn. Li gorî daxuyaniyên fermî, di karesatê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê gule li mirovên li benda alîkariyê bû hate barandin: 22 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê krîza mirovî giran dibe. Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule li sivîlan reşandin ku ber bi navenda alîkariyê ve diçûn û di encamê de herî kêm 22 kes mirin, zêdeyî 120 kes jî birîndar bûn. -
HBDH'ê hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê tevgera şoreşger a Hindistanê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî û berxwedana HKP (Maoist) û sor silav kir. -
Îsraîlê bombe li baregeha leşkerî ya li Sûriyeyê barand
Îsraîlê bombe li gelek baregehên leşkerî yên li wîlayetên Lazkiye û Tartusê yên Sûriyeyê barand. -
Li Nîjeryayê ji ber karesata lehiyê herî kêm 88 kes mirin
Li Nîjeryayê barana zêde rê li ber karesata lehiyê vekir û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. -
Macron: Ger em Xezeyê biterikînin tu ewlemendiya me namîne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: ‘Em ê li Şerîaya Rojava dewleta Yahudî ava bikin!’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku ew ê li Şerîaya Rojava ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “Dewleta Yahudî” ava bikin. -
Li Kuweytê hemwelatîbûna bi hezaran ku piraniya wan jin in hatin betalkirin
Li Kuweytê hemwelatîbûna bêhtirî 37 hezar kesan hat betalkirin; herî kêm 26 hezar ji wan jin in. Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ev pêkanînên ku bêyî prosedur tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. -
Neteweyên Yekbûyî: Xeze bûye cihê herî zêde birçîmayî yê cîhanê
Berdevkê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) got, "Xeze cihê herî birçîmayî yê cîhanê ye" û diyar kir ku gefa birçîbûnê li ser rêjeya ji sedî 100 a nifûsê heye. -
Şamê li gel şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî lihevkirineke 7 milyar dolarî îmze kir
Desthilatdariya Şamê li gel konsorsiyûmeke ku ji şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî pêk tê bi armanca jinûveavakirina sektora ceyranê ya ji şerî zirar dîtî, lihevkirineke enerjiyê ya 7 milyar dolarî îmze kir.