CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Herî kêm 73 penaber di trajediya li peravên Sûriyeyê de mirin
Hate ragihandin, ku ji ber noqbûna keştiya penaberan a li peravên Sûriyeyê, 73 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Hat îdiakirin ku di çalakiyên Îranê de 36 kes hatine kuştin
Rêxistineke sivil a li New Yorkê ragihand ku di çalakiyên şermezarkirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 36 kes hatine kuştin. -
Hejmara penaberên li peravên Sûriyeyê mirin gihîşt 53 kesî
Hate ragihandin, hejmara penaberên ku li peravên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 53 kesî. -
Keştiya ku penaber tê de bûn noq bû: 34 kes mirin, bi dehan kes winda ne
Keştiyeke ku penaber tê de bûn û ji Lubnanê berê xwe dabû Ewropayê noqî binê avê bû. 34 penaberan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî winda ne. -
Hat îdiakirin ku di çalakiyên li Îranê de zêdeyê 30 kesan hatine kuştin
Hat îdiakirin ku di çalakiyên protestoyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Guterres: Dem hatiye ku mirov zirara avhewayê cidî bibîne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres têkîldarî guhertina avhewa bi taybetî li welatên pêşketî ku bi xwe re zararên mezin tîne got ‘dema nîqaşkirin’ û ‘çalakiyên bi bandor in.’ -
Artêşa Rûsyayê qebûl kir ku nêzî 6 hezar leşkerên wan mirine
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû diyar kir ji roja ku şerê Ukraynayê dest pê kiriye û heta niha nêzî 6 hezar leşkerên wan mirine. Li gorî pisporan hejmara rastîn zêdetir e. -
Li Elmanyayê krîza enerjiyê: Elmanya wê şîrketa gazê ya bi navê Unîperê bikire
Ji ber gaza ji Rûsyayê hate qutkirin Elmanya wê şîrketa gazê ya bi navê Unîperê bikire. -
Pûtîn seferberiya qismî ragihand: Em amade ne hemû çekên xwe bi kar bînin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li welatê xwe seferberiya qismî ragihand û gef xwar ku eger gef li ser berjewendiyên Rûsyayê çêbibe, wê "hemû çekên li ber destê xwe bi kar bînin." -
Di êrîşa hewayî ya li ser Myanmarê de herî kêm 11 zarok hatin qetilkirin
Li gor daxuyaniya UNICEF’a girêdayê Neteweyên Yekbûyî, di êrîşê hewayî ya li ser dibistanek a gundek ê li bakurê Myanmarê hatiye kirin de herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest daye. -
Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî destwerdana li xwepêşandêrên li Îranê da
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xwest, kuştina jina Kurd Jîna Emînî (Mahsa Amînî) bi lez û bez bê lêkolîn û nerazîbûn nîşanî tundiya dewletê ya li dijî xwepêşandêran da. -
Li Japonyayê herî kêm 4 kes ji ber bahozê mirin
Li Japonyayê ji ber bahoza Neanmadolê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn. -
Şewata li daristanên Amazonê ji sedî 180 zêde bû
Li gorî daneyên dawî ku ji ajansa fezayî ya INPE hatin wergirtin, li Amazonên Brezîlyayê bi qasî temamiya sala 2021'ê, îsal daristan şewitîn. -
Li Japonyayê alarma li ser bahoza super
Yek ji bahozên herî dijwar li Japonyayê rabû. Ji neh milyon mirovî hate xwestin ku ji malên xwe derkevin. -
DYE: Ji vî şerî Azerbaycan berpirsyar e
Seroka Meclîsa Nûneran a DYE'yê Nancy Pelosî di dema serdana Erîvanê de, 'êrîşên îllegal û kujer' ên Azerbaycanê yên li ser Ermenistanê şermezar kir. -
Di şerê li ser sînorê Kirgiz-Tacik de hejmara miriyan gihişt 100’î
Kirgizistan û Tacîkistanê îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku di şer û pevçûnên li ser sînor de nêzîkî 100 kes hatine kuştin. -
Leşkera Ermen Asuh Apetyan piştî destdirêjiyê hate qetilkirin
Leşkera Ermen Asuh Apetyan ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hatibû girtin, piştî ku bi êşkenceyê hate qetilkirin bedana wê hat teşhîrkirin. -
Li Belçîkayê 55 daraz ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin xwe hesps kirin
Li Belçîkayê 55 daraz û dozger ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin, xwe li girtîgehek a li Brukselê heps kirin. -
Dîmenên hovîtiya ku leşkerên Azerbaycanê li leşkereka Ermen dikin
Dîmenên ku leşkerên Azerbeycanê, leşkereke jin a Ermen dîl girtine û bi awayekî hovane êşkence kirin û qetil kirin, derket holê. -
DYE’ê ambargoya çekan a li ser Qibrisê rakir
Serokkomarê Qibrisê ragihand ku bi temamî rakirina ambargoya çekan ku aliyê DYE’ê ve hatibû danîn, biryareke dîrokî ye. -
Îsraîlê êrîşî artêşa Şamê kir: Herî kêm 5 kes mirin
Îsraîlê nêzî balefirgeha Şamê êrîşeke hewayî kir û hate ragihandin herî kêm 5 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Di karesata lehiyê ya li Îtalyayê de bilanço giran bû
Hejmara kesên di lehiya ku li herêmên navenda Îtalyayê rû da jiyana xwe ji dest dan derket 10’an. -
Oxfam: Li 10 welatan birçîbûna giran ji sedî 123 zêde bû
Tevgera global a li dijî birçîbûn û xizaniyê Oxfamê ragihand ku li 10 welatên li hemberî krîzên avhewayê bêparastinin, ji sala 2016'an û vir ve birçîbûn ji sedî 123 zêde bûye. -
Di şerê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen hatin kuştin
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê vê hefteyê de yê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen jiyana xwe ji dest dan. -
Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê şer dîsa qewimî
Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê dîsa şer qewimî. Kuştî û birîndar hene.