Li Şerîda Xezeyê bîlanço her roj giran dibe

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê diyar kir ku hejmara mirovên di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin 40 hezar derbas kiriye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di êrişên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 40 hezar û 99 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 25 kes hatine kuştin, ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 92 hezar û 609 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de di navbera kuştî û birîndaran de cudahiya şervan û sivîlan nayê kirin.

Hamasê heta niha li ser hejmara şervanên xwe yên hatin kuştin bîlançoyek nedaye.