Li Yemenê ji ber lehiyê 60 kes jiyana xwe ji dest da

Ajanseke Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Yemenê ji dawiya Tîrmehê ve barana zêde dibare û rê li ber karesata lehiyê vekir. Di encama lehiyê de herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî winda ne.

Li Yemenê nêzî deh sal in şerê navxweyî dewam dike û bi vê re ji ber bandora guherîna avhewayê her sal bi barîna baranê re rû bi rû dimîne. 

Li gorî rapora ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) roja Duşemê weşand, li eyaleta Hudeydeyê 36, li Ibbê 9, li Maribê 8 û li Taezê jî 7 kes ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li eyaleta Hudeyde û Maribê herî kêm 600 kes birîndar bûne û li Hudeyde û Taezê jî 13 kes winda ne.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber lehiyê binesaziyên giştî yên weke dibistan, rê û navendên tenduristiyê zerar dîtine û çavkaniyên debara gel jî têk çûne. 

Ji ber karesata xwezayî bi giştî 38 hezar û 285 malbat, bi qasî 268 hezar kes mexdûr bûne. OCHA'yê daxuyand ku şert û mercên hewayê yên xirab wê heta meha Îlonê dewam bike û hişyariya barana zêde da.

Yemen ji sala 2014’an vir ve bi şerekî domdarî yê di navbera serhidêrên Hûsî û hikûmetê re rû bi rû ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta niha bi sed hezaran ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dane û ev yek rê li ber qeyranên mirovahî yên cîhanê vekir. Zêdeyî nîvê gel muxtacî alîkariyên mirovî ne.