Peymana parastinê ya navbera Awûstralya û Endonezyayê

Awûstralya û Endonezyayê peymaneke nû ya parastinê eşkere kirin.

Di demekê de ku Asya bûye qadeke rageşiyê di navbera Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Canberra dixwaze têkiliyên bi Cakartayê xurt bike. Awûstralya xwe nêzî Washingtonê dike ku demeke dirêj e hevalbendê wê ye. Her wiha li hemberî bandora zêde ya Çînê artêşa xwe xurt kir. Endonezya jî bi giranî li ser rêyeke bêalî meşiya.

Wezîrê Parastinê yê Awûstralyayê Richard Marles diyar kir ku di nava çend rojên bê de peymanek bi rengekî fermî bê mohrkirin û wê yek ji peymanên girîng ên navbera herdu welatan be.

Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese jî got, "Ev peymana dîrokî wê bibe hêmaneke bingehîn a ewlekariyê ya herdu welatan."

Prabowo Subianto jî diyar kir ku ev peymana ku herdu welat ji meha Sibatê ve li ser disekine "encameke gelekî baş e" û ji bo herdu welatan wê kêrhatî be.

Pispor dibêjin, ev peyman peymana hevkariya parastinê ya herî berfireh e ku Endonezyayê di dîroka xwe de mohr kiriye.

Generalê berê Prabowo Subianto ku meha Sibatê weke Serokkomar hate hilbijartin û xwedî rabirdûyeke leşkerî ya bi nîqaş e, di 20'ê Cotmehê de wê bikeve şûna Jok Widodo.