Blinken: Ji bo agirbesta li Xezeyê dibe ku fersenda dawî be

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Antony Blînken, bal kişand ku ji bo agirbesta li Şerîda Xezeyê 'kêliyeke diyarkere' û hişyariya "Dibe ku fersenda dawî be” kir.

Blînken ku li Tel Avîvê bi Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog re hevdîtin kir got, "Ji bo dîlgirtî anîna malê û pêkanîna agirbestê v kêliyeke diyarker û dibe ku ya herî baş an jî fersenda dawî be.” 

Blînken wiha pê de çû: "Divê mirov pêbawer be ku kes vê pêvajo vala dernexe.” 

Îsraîl û Hamas hev tawanbar dikin ku muzakereyên bi pêşengiya her sê welatên navbeynkar: DYE, Misir û Qatar xerakirine.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Antony Blînken ê ku roja Yekşemê gihişt Îsraîlê, wê roja Sêşemê biçe Qahîreyê ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve wê bibe serdana 9’emîn.

Tê peyîn ku navbeynkar vê heftê ji nû ve hevdîtin bidin destpêkirin. Blînken wiha axivî, “Ji bo ku alozî, provokasyon an jî hewldanên şer belavkirina herêmek din û vê hevdîtinê rawestandin çênebe, em dixebitin.”

Serokê DYE’yê Joe Bîden êvara Yekşemê, diyar kir ku agirbesta li Xezeyê 'hîn jî pêkan e' û anî ziman ku DYE’yê dest ji hewldanên xwe bernade.'

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, êrîşa Îsraîlê ya li Şerîda Xezeyê ya dorpêçkirî, bû sedem ku zêdeyî 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest bide, lê têkildarê hejmara sivîl û şervanên ku mirine agahiyên berfireh neda. Li gorî NY'yê şer bûye sedema karesateke mirovî li herêmên Filîstînê yên wêranbûyî. Tê diyarkirin ku nêzî 2,4 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne.