DYE wê bi 5 milyar dolarî fuzeyan bifiroşe Elmanyayê

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ji bo sîstema parastina hewayî ya Patriot firotina 600 fuze û amûrên wan ên bi bihayê 5 milyar dolarî ji bo Elmanyayê hatiye erêkirin.

Elmanyayê weke parçeyek ji alîkariya leşkerî ya ji Ukraynayê re çend ji sîstemên Patriot dabû Kievê.

Ajansa Hevkariya Parastinê ya DYE'yê (DSCA) li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku Washington bi vê firotinê wê "Ji bo aramiya aborî û siyasî ya li Ewropayê, ewlekariya hevalbendekî xwe yê NATO'yê zêde bike, di heman demê de polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya DYE'yê xurt bike."

DSCA'yê diyar kir ku bi vê hewldanê re wê "Hêza Elmanyayê ya li hemberî gefên gengaz xurt bike, hêza parastina hêzên çekdar mezin bike."

DSCA piştî erêkirina Wezareta Karên Derve, li gorî qanûnan mijar ji Kongreyê re şand, ku cihê dawî yê erêkirinê ye.