Li Efrîka Başûr dersînorkirina 95 Lîbyayên ku xwe li ‘Kampa leşkerî’ ragirtibûn

Wezareta Karên Hundir a Efrîkaya Başûr, ragihand ku ew ê 95 Lîbyayên ku di dawiya meha Tîrmehê de hatine girtin û guman ji wan tê kirin ku li kampeke leşkerî bi awayekî veşarî perwerde dîtine, roja Yekşemê dersînor bikin.

Di 26’ê Tîrmehê de 95 kes li kampek a eyaleta Mpumalanga ya li ser sînorê Mozabîk û Eswatînî ku bi awayekî veşartî perwerdeyê leşkerî didîtin hatibûn girtin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hat gotin, "Wê ev kes îro danê sibehê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Kruger Mpumalanga bi balafireke ku ji aliyê hikûmeta Lîbyayê ve hatiye kirêkirin, ji Efrîka Başûr bên dersînorkirin."

Li gorî polîsan, di meha Nîsanê de ev kes bi vîzeyên ji bo perwerdeya nobedariya ewlekariyê hatine dayîn, ketine welat. Lê belê gumanê polîsên Efrîka Başûr hebû ku van kesan perwerdeya leşkerî dibînin. 

Rayedarên Efrîka Başûr vîzeyên van kesên ku li Tûnisê li ser agahiyên şaş hatine dayîn, betal kir.

Kesên hatin girtin pêşî bi binpêkirina rêziknameya koçberiyê hatin sûcdarkirin. Doz roja Pêncşemê ji aliyê dozgeriya Başûrê Efrîkayê ve bi hinceta kêmbûna delîlan, hatibû betal kirin.

Wezîrê Karên Hundir Leon Schreiber got, “Ji bo ku rêz ji qanûnên koçberiyê yên welat re were girtin, em ê hemû derfetên xwe bikar bînin.”