Li Nîkaragûayê derbe li saziyên civaka sivîl hate xistin: Di rojekê de 1500 sazî hatin girtin

Hikûmeta Nîkaragûayê biryara girtina 1500 saziyên civaka sivîl da ku piraniya wan oldar in.

Li gorî biryara ku Wezareta Karên Hundir girt û di rojnameya fermî La Gaceta de hat weşandin, 1.500 saziyên civaka sivîl ji ber ku di nava salek û 35 salan de ‘beyanên xwe yên malî’ ranegihandine, ji lîsteyê tên derxistin.

Dewlet wê dest dane ser mal û milkên wan. Hikûmeta Serok Ortega cara ewile biryara girtina ewqas saziyan dide. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2018'an ve zêdetirî 5 hezar û 100 rêxistinên civaka sivîl hatine girtin.

Danîel Ortega yê 78 salî, ku piştî serketina şoreşa Sandînîsta di salên 1980'î de welat birêve dibir, di sala 2007'an de careke din vegeriya ser desthilatdariyê. Hilbijartinên ku Ortega tê de hat hilbijartin, ji aliyê Washîngton, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî ve nehat naskirin.

Di nava saziyên sivîl ên roja Duşemê hatin girtin de rêxistinên olî, her wiha saziyên xêrxwazan, komeleyên sporê, komeleyên xwecihî û komeleyên şervanên rejîma berê ya Sandînîst jî hebûn. Bi taybetî Xaça Sor a Nîkaragûayê hate girtin.