CENTCOM: Me lîderê payebilind ê Hurras El Dîn kuşt

CENTCOM’ê ragihand ku wan yek ji lîderên payebilind ê Hurras El Dîn, Ebu Abdulrahman El Mekkî kuşt.

CENTCOM

Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku li Sûriyeyê ji aliyê hêzên CENTCOM’ê ve ‘êrîşa kînetîk’ hate kirin û di encamê de yek ji lîderên payebilind ê rêxistina Hurras El Dîn, Ebu Abulrahman El Mekkî hate kuştin. Rêxistina Hurras El Dîn têkîliya xwe bi El Kaîdeyê re heye.

CENTCOM’ê ev tişt got: “Ebu Abdulrahman El Mekkî endamê Konseya Şura ya Hurras El Dîn bû û lîderekî payebilind ê ji kontrolkirina operasyonên terorê yên li Sûriyeyê hatine kirin, berpirsyar bû.”

CENTCOM’ê diyar kir ku Hurras El Dîn li Sûriyeyê hêzeke ku têkîliya wê bi El Kaîdeyê re heye.