Droneyên Ûkraynayê bombe li navenda depokirina petrolê ya Rûs barandin

Hate ragihandin, droneyên bêmirov ên Ûkraynayê sibeha Yekşemê li navendeke depokirina petrolê ya li herêma Rostov a li başûrê Rûsyayê xistin û bûn sedema şewateke mezin.

Walî Vasily Golubev li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Li başûrrojhilatê herêma Rostovê sîstemên parastina hewayî êrişeke bi droneyan têk birin."

Walî diyar kir ku ji ber enqaza li xaka navenda depokirinê ya endustriyî ya li bajarê Proletarskê ket, agir bi sotemeniyê ket.

Walî piştre daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku saet di 05:35'an de ji ber êrişeke duyemîn a bi droneyan hewldanên ji bo vemirandina şewatê hatiye rawestandin.

Waliyê xwecihî diyar kir ku kes birîndar nebûye, hewldana ji bo vemirandina şewatê piştî demeke kurt jinûve destpê kiriye.