WHO: Li Ûkraynayê li dijî navendên tenduristiyê nêzîkî 2 hezar êrîş pêk hatine

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji Sibata 2022’yan a destpêka dagirkeriya Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê heya niha li dijî navendên tenduristiyê 1,940 êrîş pêk hatine.

Di daxuyaniya WHO’yê ya şaxa Ewropayê de hate ragihandin ku ji Sibata 2022’yan heya niha li dijî navendên tenduristiyê 1.940 êrîş pêk hatine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hejmar bilindtirîn hejmara rewşa lezgîn a mirovahî ya gerdûnî ye ku ji aliyê WHO’yê ve hatiye tomarkirin.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku êrîşên zêde yên li dijî navendên tenduristiyê yên ji Kanûna Pêşîn a sala 2023’yan heya niha her ku diçe rewşeke talûketir bi xwe re tînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku sala borî mirina 24 xebatkarên tenduristiyê û nexweşan hatibû belgekirin lê belê di 7 mehên ewil ên sala 2024’an de li Ûkraynayê di encama êrîşên li dijî navendên tenduristiyê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji destpêka şerî heya niha bi tevahî 166 kesan di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û 514 kes jî birîndar bûne.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ku weke Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanî tê qebûlkirin tundiya li dijî xebatakarên alikariya mirovî şermezar kir.