Îsraîl, li dijî Îranê ji hevalbendên xwe bi awayekî eşkere destekê dixwaze!

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz, di hevdîtina xwe ya li gel hevkarên xwe yên Fransa û Brîtanyayê de, diyar kir ku eger Îran êrîşê Îsraîl bike, divê hevalbendên wê piştgirî bidin Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Israel Katz ve hatiye dayîn ev tişt hate gotin, “Îsraîl li bendê ye ku Fransa û Qraliyeta Yekbûyî bi rengekî eşkere bibêjin ku qedexe ye Îran êrîşî Îsraîlê bike, eger Îran êrîş bike wê ne tenê tevlî koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê bibin, di heman demê de ji bo parastina Îsraîlê wê tevlî Îsraîlê bibin ji bo êrîşî hedefên girîng ên li Îranê bike.

Di hefteyên dawî de ji ber zêdebûna pevçûnên herêmî, tirs zêde bûye. Ji roja kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Haniye li Tehranê û di 30’ê Tîrmehê de kuştina şefê leşkerî yê Hîzbûllahê, Îran û Hîzbûllahê û her wiha hevalbendên wan ên li Iraq û Yemenê gefa wê tolê ji Îsraîlê rakin dixwin.

Ji bo agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê li Xezeyê pêk were, roja Pêncşemê li Qatarê ji nû ve hevdîtin destpêkirin. Li gorî gelek çavdêrên navneteweyî, ev agirbest ji bo aramiya cîhanî girîng e. Li gorî Serokê DYE’yê Joe Bîden agirbest wê pêşî li êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê bigire.