Parlamentoya Ukraynayê tevlîbûna DCN’ê erê kir
Parlamentoya Ukraynayê piştî taktîkên mijûlkirinê ya bi salan û muxalefeta artêşê, qebûl kir ku Kiev beşdarî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bibe.
Parlamentoya Ukraynayê piştî taktîkên mijûlkirinê ya bi salan û muxalefeta artêşê, qebûl kir ku Kiev beşdarî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bibe.
Li gorî daxuyaniya hin parlamenteran a li ser medyaya dîjîtal, bi giştî 281 parlamenteran ji bo erêkirina Statuya Romayê deng bi kar anîn. Statuya Romayê peymana damezrandina DCN’ê ye.
Endama parlamentoyê Yevgenia Kravchuk li ser Facebook’ê daxuyanî da û got: “Ji bo cezakirina Rusan ew ê derfetên hîn mezintir biafirînin û îzolasyona Rusyayê xurt bikin.”