Di êrişa Îsraîlê de 4 şervanên Hîzbûllahê mirin

Di êrişên Îsraîlê yên li herêma Baalbeck a Lubnanê de 4 şervanên Hîzbûllahê mirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi Erebî diaxive Avichay Adrasee li ser X'ê peyamek weşand û diyar kir ku hêzên hewayî bi şev li 'depoyên cebilxane û çekan ên Hîzbûllahê yên li Bekaayê' xistin.

Berdevk got, "Heman piştî van êrişan li depoyên ku lê hate xistin teqîneke duyemîn rû da ku ev yek nîşan dide ku alavên şer tê de bûn."

Adraee got, "Komplekseke ji aliyê sîstema parastina hewayî ya partiya Şîa ve hate bikaranîn" hate bombekirin û Hîzbûllah sûcdar kir ku alavên şer li nava cihê sivîlan bi cih dike.

Hîzbûllahê jî diyar kir ku çar şervanên wan bi şev hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê û Sûriyeyê de ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve bi giştî 421 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.