Îsraîlê rewşa awarte ragihand

Îsraîlê ji ber bersiva Hîzbûllahê ya piştî “êrîşên astengkirinê” yên li ser Lubnanê, li welêt ji bo 48 saetan rewşa awarte ragihand.

LI ÎSRAÎLÊ REWŞA AWARTE

Îsraîlê eşkere kir ku li dijî Lubnanê êrîş da destpêkirin. Hîzbûllahê diyar kir ku weke bersiva sûîqesta li dijî yek ji fermandarên Beyrûdê Fuad Şukur, li dijî Îsraîlê dest bi êrîşan kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari îdîa kir ku Hîzbûllah li dijî Îsraîlê di amadekariya êrîşeke berfireh de ye û ragihand ku li başûrê Lubnanê “êrîşên astengkirinê” dane destpêkirin. 

Hagari bang li Lubnaniyên ku li başûrê Çemê Litani ya li Lubnanê kir ku herêmê biterikînin û hişyariya “Îsraîl wê hemû gefên li dijî xwe tune bike” da.

Hîzbûllahê jî destnîşan kir ku di çarçoveya bersiva sûîqesta li dijî Şukur hatî kirin de, gelek êrîşên hewayî li dijî nuqteyeke leşkerî ya Îsraîlê dane destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî li welêt ji bo 48 saetan rewşa awarte ragihand.