HRW’ê darvekirinên li Îranê şermezar kir

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku Îranê di nava mehekê de herî kêm 87 kes darve kirine.

HRW’ê da zanîn ku rayedarên Îranî bi tenê di 7’ê Tebaxê de 29 girtî bi awayekî komî darve kirine.

HRW’ê di rapora xwe de ev pêla înfazê şermezar kir û ev yek anîn ziman: ‘’ Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan bi her awayî li dijî cezayê îdamê ye.’’

Îranê demekê beriya niha jî aktîvîstê Kurd Reza Resaî jî îdam kiribû ku Resaî piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan Jina Emînî a li Tehranê di serhildana sala 2022’yan de hatibû girtin.

Lêkolerê Îranê yê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan  Nahid Naghshbandi got: ‘’Rayedarên Îranî tevî ku hilbijartinên dawî yên serokkomariyê weke delîleke guhertinê nîşan didin jî hin darvekirinên eşkere jî pêk tînin.’’

Hikûmeta Îranê ji bo kontrola mixalefeta navxweyî gelek caran serî li cezayê mirinê dide; ev ceza bi giştî li hemberî xwepêşandanên protestoyî weke bersivekê ne û her wiha bi giştî jî piştî dozên ku bi awayekî cidî mafên darizandina edlî tên binpêkirin, tên dayîn.

Naghshbandî got: ‘’ Îran cezayên darvekirinê bi giştî piştî darizandinên neadil dide ku bi taybet jî cezayên îdamê li kesên reformxwaz weke çavtirsandinê tên birîn. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmet hêzê bi awayekî xirab bi kar tîne.’’

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ragihandibû ku rayedarên Îranî di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de 249 kes îdam kirine û 147 kesên ji wan jî ji ber sûcên têkildarî tiryakê hatine îdamkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku Îranê di sala 2023’yan de bi giştî 853 kes îdam kirine û bi vê hejmarê berpirsiyarê ji sedî 74’ê înfazên li seranserê cîhanê ye.