Heciyên Pakistanî yên çûn Iraqê li Îranê qeza kirin: 28 kes mirin

Li gorî medya dewletê ya Îranê, otobuseke ji heciyên ku ji bo ayîna olî çûn Iraqê li Îranê qeza kir. Di encamê de herî kêm 28 Pakistanî mirin.

Televîzyona dewletê got, "Otobusek ku heciyên Pakistanî tê de bûn, şeva Sêşemê li derveyî benda kontrolê ya Dehşîr-Teft a li navenda eyaleta Yezdê wergeriya û agir pê ket."

Di nûçeyê de hate gotin, "28 kes mirin û 23 kes birîndar bûn" û hate ragihandin ku hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.

Serokê rêveberiya krîzê ya eyaleta yezdê Alî Melîk-Zadeh ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e.

Melîk-Zadeh got, "Ji 23 birîndaran 6 kes ji nexweşxaneyê derketin, rewşa 7 ji birîndaran krîtîk e." Rayedar got, "11 jin û 17 mêr di qezayê de mirin."

Otobusa heciyên Pakistanî ji bo tevlî bîranîna Erbain (Bi Erebî 'Çil') bibe, ku balê dikişîne ser 40 rojiya şîna neviyê pêxember Mûhammed, Îmam Huseyîn û li gorî teqwîma Şîa çalakiyeke girîng e, di ser Îranê re diçû Iraqê.

Li gorî daneyên fermî par di vê bîranîna li bajarê Kerbela yê Iraqê de ku Huseyîn û birayê wî Abbas lê veşartî ne, nêzî 22 milyon amade bûn. Ev bîranîn jî weke yek ji kombûnên herî mezin ên olî yên cîhanê tê naskirin.