Li Xezeyê di êrîşa ser dibistanê de herî kêm 12 kes mirin

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê roja Sêşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşî ser dibistaneke Xezeyê ku bi hezaran kes tê de bûn, kir û herî kêm 12 kes mirin.

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê daxuyand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser dibistaneke Xezeyê de herî kêm 12 kes mirin. 

Berdevkê ajansê Mahmûd Basal berê ji AFP re gotibû; “Balafireke Îsraîlê qata duyemîn a avahiya ku bi hezaran kes xwe spartibûnê bombebaran kir” û dawiyê anî ziman ku di nav wan kesên ku li dibistana Mustafa Hafez hatin kuştin de herî kêm "du zarok" hene.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan “li dijî terorîstên ku li navenda kontrolê ya Hamasê ya ku di dibistana Mistefa Hafiz de veşartî tevdigerin" êrîşek pêk anîne.

Di destpêka meha Tebaxê de artêşa Îsraîlê dibistaneke din a bi navê El-Tabîn li Xezayê bombebaran kiribû û rastî nerazîbûna navneteweyî hatibû. Parastina Sivîl ragihandibû ku ji 93 kesên mirine, herî kêm 11 jê zarok û 6 jî jê jin in. 

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku heta niha 31 şervanên Hemas û Cîhada Îslamî “tespît kirine” û ev şervanan di êrîşa dibistana ku kesên cih û warên xwe terk kirine û lê diman de “ji holê hatine rakirin”.

Artêşê di van hefteyên dawî de, di serî de bajarê Xezeyê êrîşî cihên ku bi navendên fermandariya Hemasê tawanbar dike, kirine, lê Hemas vê yekê red dike.

Piştî ku milîtanên Hemasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kirin û bi vê re şerê di navbera Îsraîl û Hemasê qewimiye de bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûne û xwe spartine dibistanan.