NY: Sala 2023’yan ji bo xebatkarên alîkariya mirovî bû sala herî kujer

Neteweyên Yekbûyî (NY) bûyerên ku di sala 2023’yan de li dijî xebatkarên alîkariya mirovî zêde bûne, şermezar kir û diyar kir ku ev rewş gihiştiye asteke ku nayê qebûlkirin.

Di Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanê 19’ê Tebaxê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Serokwekîlê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya NY’ê (OCHA) Joyce Msuya destnîşan kir ku tundiya li hemberî xebatkarên alîkariya mirovî tên normalkirin û faîl hesab nadin, ev yek ji bo operasyonên alîkariya mirovî gefeke cidî diafirîne.

Li gorî daneyên OCHA’yê, di sala 2023’yan de li seranserî cîhanê 280 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Ev li gorî sala berê, nîşan dide ku ji sedî 137’ê zêde bûye û ji bo cıvata alîkariya mirovî ya navneteweyî, weke sala herî kujer hate li dîrokê hate qeydkirin.

Başûrê Sudan û Sudan jî di nava herêmên herî xeter ên ji bo xebatkarên alîkariya mirovî de ne.