Di êrîşa Îsraîlê de rayedarê payebilind ê El Fetih mir

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Sayda ya li başûrê Lubnanê de, yek ji rayedarên leşkerî yê payebilind ê El Fetih, Xelîl Makdah hate kuştin.

Rayedarekî payebilind ê El Fetih’ê Fethi Ebu Al-Aradat daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku yek ji berpirsyarên Tûgaya Şehîdan a El Aksa Xelîl Makdah “bû hedefa êrîşa Îsraîlê ya li ser Saydayê de”. Tûgaya Şehîdan a El Aksa baskê leşkerî yê El Fetih’ê ye.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji AFP’ê re axivî û da zanîn ku dema Makdah li nêzî kampên Fîlîstînê re derbas dibû, wesayîta wî bû hedef.

Serokê Tûgayên Şehîdan a El Aksa Munîr Makdah daxuyanî da qenala El Meyadîn a ku navenda wê Beyrût e û piştrast kir ku birayê wî Xelîl Makdah hatiye hedefgirtin. Munîr Makdah ragihand ku birayê wî yek ji rayedarên paye bilind ê El Fetihê û endamekî tûgayan e.

Ji deh mehên ku şerê ji sînor wêdetir destpê kirî û vir ve, cara destpêkê rayedarekî rêxistina El Fetih a Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas, hate hedefgirtin.

El Fetih Rojavayê Şerîayê bi rêve dibe. Li Xezeyê ji 7’ê Cotmehê ve di şer de ji ber êrîşên Îsraîlê, li gorî Hamasê herî kêm 40 hezar û 170 kes mirin.