Li Pakistanê çekdaran wesayit sekinandin: Herî kêm 22 kes hatin kuştin

Li başûrrojavayê Pakistanê kesên çekdar gelek otobus rawestandin, rêwî daxistin, piştî ku kontrola nasnameyê kirin herî kêm 22 kes qetil kirin.

Li eyaleta Belûcistanê, ku ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e lê eyaleta herî mezin û xizan a Pakistanê ye, hêzên çekdar serê sibehê operasyonek kirin.

Necîbûllah Kakar ku rayedarekî herêma Mûsakhaîl a li eyaletê ye, ji AFP'ê re ragihand ku kesên çekdar li ser rêya navbera Pencap û Belûcistanê çend otobus, qemyon û mînîbus sekinandin û piştre 22 kes kuştin, 5 kes jî birîndar kirin.

Necîbûllah Kakar got, "Wesayitên ji Pencapê dihatin an jî diçûn Pencapê kontrol kirin, piştî ku kesên ji Pencapê tespît kirin ew qetil kirin."

Li gorî heman çavkaniyê ji Pencapê 19 kes, ji Belûcistanê 3 kes hatin kuştin. Rayedarekî din ê herêma Mûsakhaî Hameed Zehrî jî hejmara miriyan piştrast kir.

Zehrî got, "Dibe ku li pişt vê êrişê şervanên Artêşa Rizgariya Belûç hene."

Agahî bi dest neketin bê yên hatine kuştin kî ne û çima hatine kuştin.

Li Belûcistanê serhildêrên ku daxwaza xweseriyeke hîn zêde dikin û dixwazin çavkaniyên gaz û madenê yên eyaletê kontrol bikin, berê timî êrişî hêzên ewlekariyê yên Pakistanê kiribûn.