ANALÎZ
Kesên ku Alî Haydar Kaytan nas dikin pir baş dizanin ku kesayetiya wî ji destpêkê heta dawiyê bi hestên kûr û reaksiyonê ve teşe bûye. Aliyê wî yê hestyarî bi xeyal, hesret û lêgerînên mezin ve tê xwedîkirin.
Li gel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk jî Rêber Apo li ser hev gavên yekalî avêtiye û xwestiye çareseriya pirsgirêka Kurd ji zemînê şer û şîdetê bikişîne ser zemînê hiqûq û siyaseta demokratîk.
Niha dor hatiye wê yekê ku hêviyên aştiyê bigihêjin armanca xwe û pirsgirêkeke kangrenbûyî bi dawî bibe. Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ji bo pêkhatina aştiyê divê çi ji destê kê hat, wê bike.
Dûran Kalkan: Zextên li ser gelên mezlûm û bindest bi taybet jî li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Dibe ku di pêvajoya pêşiya me de şer hîn tundtir bibe û belav bibe.
Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe asteng.
Hemû Nûçe
-
Pêşengên me yên azadiyê cewhera şoreşa jinê ne
Ayten Dersim got, "Weke jin û gelê Kurd, me tirs ji berê ve şikandiye, yên difikirin me bi mirinê bêdeng bikin, xwe dixapînin. Em şagirtên Sara, Evîn, Rojbîn, Fîdan, Sêvê, Fatma û bi hezaran şehîdan in."
-
-
Jiyanek ji şer û berxwedanê: Sara
Gerîlayên şehîd bûne; Amara, Koçer, Dîren, Huseyîn û Nûda di rojnivîskên xwe de qalê kiribûn ku têkoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz bandoreke çawa li wan kiriye.
-
-
-
-
Ala Sara li ba ye
Sara bi têkoşîn û sekna xwe ya serbilind bû sembolek. Bi hezkirin û ruhekî mezin ê têkoşînê bû bi hezaran Sara û ebedî bû. Bi hezaran Sara ala wê bilind dikin.
-
-
-
-
Çareseriya ‘Kurdistana azad , Rojhilata Navîn a demokratîk’
Çawa ku li ser esasê îmha û tasfiyeya Rêber Apo xwestin PKK’ê parçe bikin û ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin, niha jî dixwazin rêveberiya PKK’ê bêbandor bikin û destkeftiyên PKK’ê yên li Bakur, Başûr û Rojava li gorî berjewendiya xwe bi kar bînin.
-
Panoramayeke kurt ji pêvajoya şerê li çiyayên Kurdistanê
Di şerê Zapê de ku em ber bi meha 8’an ve diçin, bûyerên dîrokî yên têkildarî encamên vî şerî rû didin. Em ê hewl bidin ji roja destpêkê ya karaktera vî şerî û şêweyê meşandina wê û ji refleksên wê yên li qada şer rastiyê derxînin holê.
-
Mêtingeriya li Kurdistanê
Ji salên 1970’an heta dawiya salên 90’î li Kurdistanê hemû têkoşînên rizgariya ji mêtingerîyê hatin meşandin, lê çareserî pêk nehat. Em nikarin vê yekê bi lawazbûna siyaseta PKK’ê û têrnekirina şerê wê rave bikin.
-
Kalkan: Komploya navneteweyî şerek bû
Pergala kapîtalîst a global li ser tunebûna Kurdan hatiye avakirin. Hebûna wê guherîn û hilweşandina pergalê bi xwe re tîne. Ji ber vê jî tevgera guherîn û hilweşandina wê ji bo hebûn û ewlekariya xwe wekî gef dibîne û li hemberî wê şer dide destpêkirin.
-
Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke qirkirinê ye
Pirsgirêka Kurdan ji pergala modernîteya demokratîk, pêvajoya dîrokî ya ku ew pergal ava kiriye û ji perala desthilatdarî û dewletan a ku xwe dispêre wê, ne cihêtir e. Bi awayekî şênber pirsgirêkeke sedsalî ye.
-
-
-
-
-
Du hevrê, du sekvan
Fermandara yekîneya bi tevgera Ronahî Devrîm û ruhê serhildêr ê Zapê Denîz Reş a ku çeka xwe ya sekvaniyê timî bi xwe re digerand.
-
-
Iraq dibêje lê napêje!
Aliyên Iraqî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, divê ne tenê lijneyê ava bike û biryarê bigire. Ya girîng ew e ku tavilê bikeve nava hewldanan.
-
-
Serhildana li Îranê ber bi azadiyê ve diçe
Bi salane ku dewleta Îranê zextê li gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike. Heta niha bi hezaran kes li sêdarê dane û êşkenceyên pir hovane li girtiyan dikin. Êdî gel ji bo azadiyê li qadan e û li dijî desthilata Îranê serî rakirine û dibêjin 'Êdî bes e'.
-
PKK partiya kesayetên azad e
Bi kesayetên azad ên ku Rêber Apo afirandine, wê sibe, siberoja me û jiyana me were rizgarkirin. Bi taybetî jî wê bi pêşengiya jina azad, azadî bi ser bikeve. Divê civak û mirovahî bi hişmendiyeke hevpar li xeta azadiya Rêber Apo xwedî derkeve.